image

PeyamaKurd – Fanzîna fotografiyê flashhilat, ku di Nîsana 2020an de ji ber şewba vîrusa Koronayê bi hejmara bi navê ''coronahilat''ê weşana xwe rawestandibû, careke din dest bi weşanê kir.

Di hejmara 16an ya flashhilatê de nivîs, helbest û wêneyên li dora fotografîyê hene. Xemercîş Maydora bi ''Saet û Taet'' ya du parçeyên kin in, bal kişandiye li ser deman û fotografan.

Ferec Koyistaniyî bi ''Wesîqeya Ewil'' gotin biriye ser flaşa nû li çavên wî ketiye. Dîlan Dildarê bi ''Hilma Bajêr'' Şêx Seîd bi bîr aniye. Ramazan Peksûyî di ser pirêzeyên şewitî re ''Li Ber Mirinê'' li bersiva pirsan geriyaye. Helbest Çetînî bi ''Ji Xelayê Heta Xêlîya Govendê Maske'' portreyeke ku vîrusa Korona çêkiriye, nivîsandiye.

Bilalî Seçkin bi fotografên ''Sarûsermaya Rê'', Mem Alî bi ''Heywaxa Jîyanê'', Filîz Sutpakê bi ''Kelecana Naşî'', Hêja Adarî bi fotografekî ''Berf''ê, Azad Tûranî bi fotografê kalekî ''Heyfa Xortanîyê'' di vê hejmarê de cih girtiye. Omer Farûk Baranî fotografekî Ciwan Hacoyî yê "payîzê" destpê kiriye heta fotografçiyekî ji ber buhabûnê fîlmên analog zirar kiriye, ''Silava Edîtor'' daye.

Fanzîna fotografiyê flashhilat, wê careke din mehê carekê weşanê bike.