image

PeyamaKurd – Fîlmê metrajdirêj ê derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar ê kurdî ‘Govenda Zîn û Alî’ (THE DANCE OF ALİ AND ZÎN) di 28emîn Festîvala Filman a Altınkoza de du xelatên girîng wergirtin.

Di festîvalê de, di kategoriya filmê herî baş ê metrajdirêj de, Govenda Zîn û Alî xelata Siyad Cuneyt Ceneoyan wergirt.

Herwiha di çarçoveya heman festîvalê de, filmê Govenda Zîn û Alî hêjayî xelata derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Guney hat dîtin.

Xelatên 28emîn Festîvala Filman a Altınkozayê ku li bajarê Edene birêve çû, 18ê Îlonê şeva roja Şemiyê bi merasîmekê hatin dayîn. 

Derhêner Mehmet Alî Konar xelata xwe li ser navê ekîba fîlm ji destê juriya festîvalê wergirt.