image

PeyamaKurd Hejmara 16emîn a Kovara Nûbihar Akademiyê hat weşandin. Kovara Nûbiharê bi vê hejmarê re, sala xwe ya heyştan temam kir. 

Di hejmara vê kovarê de, neh gotar û belgenameyek hatiye weşandin. Ji gotaran pênc heb bi Kurdî (çar bi Kurmancî, yek bi Soranî), du heb bi Îngilîzî û du heb jî bi Tirkî ne. Belgenameya navborî Farisî ye.

Amadekarên kovarê biryar dane ku ji vir şûnde di her hejmareke Nûbihar Akademîyê de, li dora temayeke xebatên Kurdî û di bin navê “dosyaya hejmarê” de komek gotarên tematîk bên amadekirin. Di her hejmarekê de, ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re bên weşandin.

Herwiha li gorî vê biryarê, di hejmara yekem a sala 2022ê de, Nûbihar Akademî wê bi naveroka “Kurdên Yarsan” were çapkirin û wê akademîsyen Shahab Valî vê dosyayê amade bike.

Nûbihar Akademî, salê du caran diweşe û him bi rêya çapê him jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.

Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:

https://nubiharakademi.net/

https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar