image

PeyamaKurd - Wekîlê Mîrê Êzidiyan Cewher Elî Beg yê Karûbarên Pêwendiyan ragihand, biryarên nû ji bo çûna nav perestgeha Laleşê hatine derêxistin û got, ji niha û pê ve bi ti şêweyekê nabe ti kes bi pêlavan biçe nava cihên pîroz yên perestgeha Lalişê.

Wekîlê Mîrê Êzidiyan Cewher Elî Beg ji BasNewsê re daye xuyakirin, Civata Rûhanî ya Bilind a Êzidiyan digel Mîrê Êzidiyan û Wekîlê Mîrê Êzidyan gengeşe li ser çûna welatiyan ji bo nava perestgeha Laliş kirine biryar hatiye dayîn; ji niha û pê ve nabe hîç kesek bi pêlavan biçe nava cihên pîroz yên perestgeha Lalişê.

Herwiha nabe hîç kesek bi cilubergên ne guncav biçe nava perestgeha Lalişê û her kesekê ji niha û pê ve qesta perestgeha Lalişê bike, divê bi awayê rêzgirtinê biçe nava Lalişê, çunke perestgeha Lalişê cihê pîroz yê êzidiyan e û rêzgirtin bo çûna nava perestgeha Lalişê gelek girîng e.

Cehwer Elî Beg eşkere kir, her keç û jineke ku biçe nava perestgeha Lalişê, divê cilûbergên guncav li ber bin û kefîka spî bikar bîne û serê wê ne vekirî be ku ev biryar ji rêzgirtin hebe hatine dayîn.