image

PeyamaKurd- 113 sal berê, di şerê navbera Japonya-Rûsya de, keştiya bi navê Dmitri Donşkoy ku noqav bû bû, ji aliyê tîma rizgarkirinê ya Kore ya Başûr de hat dîtin.

Tîma Kore ya Başûr ya rizgarkirinê, ragihand ku wan enkaza keştiyê ya Rûsyayê dîtiye. Tê gotin ku di keştiyê de bi bihayê 130 mîlyar dolarî zêr heye.

Keştî ya bi navê Dmitri Donşkoy, di bingeha xwe de ya şer e. Giraniya wê 5 hezar û 800 ton e û di wê demê de, di Mûharebeya Tsushima de ciyê xwe digirt. Dema Rûsya di şer de wenda dike, bo keştî nekeve destê Japoniyan wê noqav dike.

Li gor tê gotin keştî temamê zêrên fîloya Pasîfîkê ya duyem ya Rûsyayê hildigirt. Bo dîtina keştiyê, berê jî gelek caran xebat hatibû kirin lê kes ciyê keştiyê nedîbû. Şîrketa bi navê Shinil Group ya Kore ya Başûr ragihand ku enkaza keştiyê ji Girava Ulleungdo bi 1.3 km dûr e û 434 metre di binê behrê de ye.

Eger tîm di bidestxistina zêran de biser bikeve, wê nîvê zêran bide Rûsyayê.