image

PeyamaKurd - Wezîrê Rewşenbîriya Kurdistanê daxwaz ji Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê kir ku zaravê Kurdiya Hewramî jî bixe nav programa xwendinê.

Wezîrê Rewşenbîriya Kurdistanê Heme Heme Seîd, nameyek ji wezîrê perwerdê Alan Heme Seîd re şand û daxwaz ji wî kir li parêzgeha Helebcê dersa zaravê Hewramî di qonaxa seretayî de bixe nav programa xwendinê da ku Hewramî neyê jibîrkirin.

Di nameya wezîrê rewşenbîriyê de behsa hişyariya UNESCO li ser metirsiya nemana Hewramî kiriye û gotiye, zêdetirî 5 salan e UNESCO li ser jinavçûna çendîn ziman û zaraveyan hişyarî daye ku yek ji wan Hewramî ye.