image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fraksiyona PDKê projeyasayek ji bo nûjen kirina awayê damezrandin û xebata zankoyên taybet amade kiriye û şandiye parlamena Kurdistanê.

Hat zanîn ku desteya serokatiya parlamentoyê ji bo derbas kirina wê yasayê projeyasa şandiye lijneyên taybetmend ku lijne di qonaxa nivîsandina raportê de ye daku ew yasa were nûjen kirin.

Hat diyarkirin nûjen kirina vê proje yasayê ji bo qonaxa niha ya zanîngehên taybet girînge ku bi vê yasayê re wê zankoyên taybet ji nû ve bên rêkxistin.

Tê pêşbînîkirin di demeke nêzîk de raporta dawî li ser projeyasayê bê amade kirin û parlamento yasaya zankoyên taybet nûjen bike.