image

PeyamaKurd – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya aktorên 6 welatên Erebî derbarê hatina DAIŞê ya herêmê de rêzefilmek tê kişandin.

Rêzefîlm û dramaya Leylet El-Siqut anku Şeva Ketinê, behsa qonaxa ketina Mûsil û Şingalê ya destê DAIŞê dike.

Beşa zêde ya rêzefîlmê dramayî li ser trajedî û karesata li Şingalê ye ku di dema êrîşa terorîstên DAIŞê de bi serê Kurdên Êzidî de hatiye.

Aktrîsa Urdinî Sîba Mubarek ji Rûdawê re gotiye: “Rola min di vî karî de, bizîşkeke êzîdiye. Ji malbatekiye ku destê wê di rizgarkirina Şingalê de heye. Kesayetiyeke bihêze û hej welatê xwe û çanda xwe ya êzîdî dike û bi riya wê emê behsa kiltor û çanda êzîdî bikin.”

Keçeke ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê jî wek aktrîs di rêzefîlmê de dilîze û rola keçekî Êzidî dane wê.

Elya Mistefa, aktrîsa ji Kobaniyê behsa rola xwe ya di rêzefîlmê de ji Rûdawê re diyar kir, “Ez keçeke Êzdî me û navê min Nadya ye, DAIŞ li ber çavê min keça min dikuje.”

Navê vê rêzefîlma dramayî, ji şeva ketina bajarê Mûsilê û kontrolkirina wê ji aliyê DAIŞê ve hatiye.

Cewad Şekercî, aktorê Iraqî yê beşdar di rêzefîlmê de jî dibêje, “Giringiya vî karî ew e ku behsa qonaxeke hestyar dike ku Iraq tê re derbas bû, dema Mûsil kete destê DAIŞê, ew qonax gelekî zehmet bû bi taybet ji bo Herêma Kurdistanê ku bi xweragirî li hemberî wê êrîşê rawestiya. Lewma ev kar giring e ji ber ku wê qonaxê dokument dike.”

Tariq Litfî, aktorê Misrî yê beşdar di dramayê de jî dibêje, “Rola min di vî karî de serkirdeyekî DAIŞê ye. Kesek ku destî wî di kontrolkirina Musilê de hebû. Ev kar ne tenê behsa şer dike, lê derbasî hundirê çekdarên DAIŞê dibe û diyar dike ka çawa dijîn, çawa hizir dikin û çawa û çima xiyanetê dikin.”

Rola Serok Mesûd Barzanî û pêşmergeyan di rûbrûbûna rêxistina DAIŞ de jî beşekê mezin ê vê dramayê ye, ku biryar e di destpêka sala 2022an de were nimayişkirin.

Basim Yaxor, aktorê Sûrî yê navdar jî di rêzefîlmê de cih digire û dibêje, “Rola min di vî karî de rojnamevaneke ku bûyerên rûdayî dîkomênt dike, lê bi rengekê seyr tevlî wan rûdanan dibe. Bi nerîna min, karek tenê nikare behsa wan rudanan bike. Dive gelek kar li ser van bûyeran werin drustkirin, lê ya giring ewe ku bi rengekê rast were veguhestin.”

Riyad Şehîd, aktorê Iraqî dibêje, “Ez rola efserekî pêşmerge digêrim, navê wî Şêro ye ku bi xwe kesayetiyeke Êzdî ye. Beşê herî giring di vî karî de ewe ku ev kare behsa wan binpêkirin, komkujî û karesatan dike ku li Şingal û Neynew rûdayî.”

Kompanyaya ku vî rêzefilmî çêdike diyar dike ku ev kar mezintirîn kar e ku di derbarê DAIŞê de li Rojhilata Navîn tê çêkirin û armaca wê belgekirina pêkvejiyana li deverê, xweragirî û serkeftina welatiyên Herêma Kurdistanê ya li dijî terorê ye.