image

PeyamaKurd- Pirtûka dengbêjê kevin yê kevneşopiya Evdalê Zeynikê Resoyê Gopala ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Pirtûk li dora 180 rûpeliye û ne tenê di derbarê jiyan û berhemên Reso de, lê bi giştî di derbarê dengbêjiya Kurd û dinyayê de ye.

Di pirtûkê de behsa dengbêjiya dinyayê, besha bîlîna û baladên dinyayê tê kirin. Her weha behsa dengbêjiya giştî, ya welatên cîran, ya kêmneteweyên ser axa Kurdistanê û Kurdan tê kirin. Behsa dengbêjê gewre ya Evdalê Zeynikê û kevneşopiya wî, babeteka din ya pirtûkê ye.

Jiyan û berhemên Reso rewtê pirtûkê ne ku bi berfirehî behsa wan tekirin û ciyê Reso di nava kevneşopiya Evdalê Zeynikê de tê kirin ku Reso bi xwe, bi Gula Fille re û bav û mamên wî jî bi Evdal re wext derbaskirine, hem ji kevneşopiya Evdalê Zeynikê tên.

Dewama kevneşopiya Evdalê Zeynikê yê herî nêz, yek jê Resoyê Gopala ye ku di dengbêjiya Serhedê û ya Kurdistanê de, bi giştî xwediyê ciyekî taybet e. Pirtûka ku ji pênûsa Mahmut Begik hatiye nivîsandin, bi hinek kilamên Reso ve li ser wan lêkolîn hatine kirin û naverok û tevna klaman hatine tehlîlkirin.

Pirtûk bo wêjeya devkî ya Kurdan gelek balkêşe û bo wêjeya Kurdî ya devkî çavkaniyeka hêja ye.