image

PeyamaKurd –  Tabloya robot Sophia bi buhayeke mezin hat firotin. Robot Sophia di sala 2016an de ji aliyê kompaniyeke bi navê Hanson Robotics ku navenda wê li Hong Kongê ye hatibû çêkirin.

Robot Sophia tablo çêkir, tablo ket mezatê û li mezatê bi buhayê 688 hezar û 888 dolarî hat firotin û kompanyaya ku robot çêkiribû, bi vê kirîna bi lez gelekî şaşwaz bû.

Li gor zanyariyan, robot Sophia bi hunermendê Îtalî Andrea Bonaceto ev tablo saz kiriye. Bonaceto portreyên kesên navdar çêdike.