image

PeyamaKurd- Ola Êzîdîtiyê an Ezdayetiyê yek ji olên herî kevne û xwedênase. Kesên ku bi wê olê bawerin û wê diparêzin xelkê Êzîdîne û tenê bi Kurdî diaxifin.

Li dora hezar sal berê Êzîdî perestgeha xwe anîn Çiyayê Laleşê û wê derê, ji xwe re kirin navend. Dema mirov diçe Laleşê, deriyê ku mirov tê de dikeve perestgehê, deriyeke mezine û li rastê ser derî marekî reş ji kevir hatiye çêkirin.

Marê reş di ola Ezdayetiyê de pîroz e. Sedem jî marê reş weka remze ku kiriye dewama nesla mirov li riyê dinyayê dewam bike. Esas ne tenê di ola Êzîdiyan de lê di ya misilmanan de jî ew mar pîroze. Ew mar di dema di rêya xwe de diçe ku dê here bihiştê, Ezazîl (Şeytan) dide pey bê diçe ku derê. Dema mar diçe Bihiştê, Ezazîl (Şeytan) li pey diçe û Adem û Hawayê li wê derê dibîne.

Ezazîl dibe sedem ku Adem û Hawwa ji aliyê Xwedê ve tên cezakirin û wan davêje dinyayê, ser riyê erdê. Şêx Adî dibêje eger ne ji Ezazîl û marê reş bûya nesla mirovan li dinyayê dewam nedikir. Lewra ew marê reş timsala dewama nesla însana ye li ser riyê erdê. Sedema pîroziya marê reş ev e. Hene mijarê ber bi Hindistanê ve dibin û mijarê bi marê reş û bilûrê ve girêdidin lê çiqas raste, bila lêkolîner bifikirin.

Marê reş niha di çanda Êzîdiyan de û di ola wan de bûye tîmsaleka berbiçav û pîroz e.