image

PeyamaKurd - Dezgeha Kurdşop a li ser pêşxistina zimanê Kurdî xebatan dike ragihandin ku ew ê di salvegera zindanîkirina wê de bi navê Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî xelatekê belav bikin.

Kurdşopê daxuyaniyek belav kiriye ku tê de zindanîkirina Zara Mihemedî şermezar dike û radigihîne: “Cezakirina Zara Mihemedî, berdewamiya desthilatdarên Îranê ye li ser siyaseta serkutkirina netewa Kurd.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di 100 salên derbasbûyî de desthilatdarên Îranê hewl dane zimanê Kurdî jinav bibin, lê bi hewlên dilsoz û wanebêjan, zimanê Kurdî roj li pey roj pêş ket û wek sereketirîn pênasa nasnama netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ket nav laşê civakê.”

Kurdşopê diyar kiriye, ew xwedî li Zara Mihemedî derdikevin û ew dê salane roja 8ê Çile bi navê Zara xelatekê pêşkêşî baştirîn wanebêj û çalakvana/ê zimanê Kurdî bikin.

Herwiha hat bibîrxistin, “Em dê bîranîna Zara Mihemedî bikin hêma û sembola xebata li dijî serkutkirina zimanê Kurdî.”

Rêveberê Dezgeha Kurdşopê Wilat Qadirî li ser dabeşkirina xelata bi navê Zara Mihemedî gotiye: “Heta niha nehatiye diyarkirin ka xelat dê çi be û dîzayn jî nehatiye kirin, lê lijneyek ji şarezayan hatiye pêkanîn û roja 8ê Çileya 2023yan em dê di merasîmekê de yekem Xelata Zara dabeş bikin.”