image

PeyamaKurd – Xwendekarekî Kurd ê li Zanîngeha Çemçemal a Silêmanî ê bi navê Mebest Ebas, di rojbûna xwe de 8 hezar pirtûk li xwendekaran belav kir. Ev çar sal in ew vê çalakiyê dike.

Li gor zanyariyan, Mebest Ebas dixwaze li gundê xwe jî pirtûkxaneyeke veke.

Mebest Ebas li ser mijarê diyar kiriye:

“Ev 4 sal in ez vî karî dikim. Sala yekem, min 20 pirtûk pêşkêşî xwendevanên dibistanekê kirin. Sala duyem min 500 pirtûk ên çîrokên zarokan di nava bazarê de belav kirin. Sala sêyem ya 2020an min bi heman awayî 500 pirtûk bi ser malan belav kirin. Îsal jî min 8 hezar pirtûk ji bo xwendevanên zanîngehê belav kirin. Armanca min ew e ku ez ciwanan hişyar bikim. Ez dixwazim hemû ciwan di roja dayîkbûna xwe de pirtûkan belav bikin û daran biçînin. Ez dixwazim di salên bê de pirtûkxaneyek li gund û hinek nexweşxaneyan de vekim.”

Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya Ebas dan û bê pere pirtûk hilgirtin.