image

PeyamaKurd- Göbeklitepe (Xerawreşk) li bajarê Rihayê ji bajêr 15 km dûr, li aliyê bakûrê rojhilat dikeve. Esas navê Göbeklitepe gundê Xerawreşk e. Sedema ku navê wê danîn Göbeklitepe ew e ku ji Stonekenge tê ku ew jî li Brîtanya ye. Dema mirov wê wergerîne Tirkî tê wateya Göbeklitepe.

Di sala 1995an de hatiye dîtin. Şivanekî Kurd ku pezên xwe diçêrîne, leqayê berhemên dîrokî tê û agahiyê dide dewletê. Li ser wê agahiyê lêkolînên arkeolojîk li Xerawreşkê destpêdikin.

Perestgeha ku lê hatiye dîtin temenê wê li dora 12 hezar sale ku diçe berya zayînê bi 10 hezar salî. Ji medeniyeta Maya, Misrê, Brîtanya û gelek dewletên dinan gelek kevintire.

Perestgeh û der û dora wê hêjayê dîtinê ye. Salê bi sed hezaran tûrîst tên seredana Xerawreşkê.