image

PeyamaKurd - Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, îro 20ê Nîsanê xîmê çar projeyên elektrîkê hatin danîn. Armanca wan projeyan gihandin, veguhestin û rakirina fişara li ser dabeşkirina xetên elektrîkê ye.

Wezîrê Elektrîkê yê Kurdistanê Kemal Mihemed di merasîmê de ragihand, bi projeyên elektrîkê yên dest pê kirine re, îsal 15 demjimêr elektrîka rojane ji bo hemwelatiyên Kurdistanê hatiye dabînkirin.

Di merasîma danîna xîmê projeyan a li wargeha Şawês a deşta Hewlêrê de, rawesteka elektrîkê ya 132 kîlowat dest bi karên xwe kir û di heman demê de 3 projeyên din bi 59 milyon dolaran di karkirinê de ne.

Wezîrê elektrîkê Kemal Mihemed got: “Di çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de projeyeke din a elektrîkê destpê dike. Di heman demê de li gel wê jî 3 projeyên din di karkirinê de ne û meha 6 a îsal dê bi dawî bibin û dê sedî 80 bargiraniya nav bajar bi dawî bibe.”

Mihemed diyar kir, “Hewldanên wezareta elektrîkê berdewamin ji bo bikarin wuzeyeke (enerjî) zêdetir a elektrêkê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê dabîn bikin. Îsal di meha yek û du de me 15 demjimêr elektrîk ji bo hemwelatiyan dabîn kiriye û ev projeyên bicih tên li seranserê herêma Kurdistanê ne û di meha şeş a îsal de rawesteka berhemanîna herî mezin a elektrîkê li Germiyanê tê damezrandin.”

Derbarê pêwerên zîrek (saet) de jî wezîrê elektrîkê got: “Heta niha 600 hezar pêwerên zîrek ji hemwelatiyan re hatine danîn û heta dawiya salê hemû hevbeşên me pêwerên zîrek ji bo wan dê bê danîn. Pêngavên girîng jî hatine avêtin ji bo taybetkirina sektora elektrîkê.”

Parêzgerê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî di merasîmê de diyar kir: “Di vê heyamê de 12 rawestekên elektrîkê li Hewlêrê hatine danîn ji bo elektrîkeke zêdetir ji hemwelatiyan re bê dayîn û ev rawesteka Şawês jî wê xizmeteke berçav ji rûniştvanên qeza deşta Hewlêrê re bike û pirsgirêka bargiraniya zêde ya wargeha Şawês û Pîrzin û taxa Hewlêr a Nû çareser bike.”