image

PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj careke din nirxê bermîla petrola Brent derket heta 70 dolaran.  

Li bazarên Ewropayê îro 5ê Gulanê nirxê yek bermîl nefta xav a Brent bi qasî 2.65% bilind bû û gihîşt 69 dolar û 39 sentan.

Ev zêdebûna nirxê petrolê li ser zêdebûna daxwaza petrolê pêk hatiye ku gelek welat tedbîrên bo pandemiya koronayê sist dikin û ji nû ve dest bi projeyên xwe yên veberhênanê dikin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber vîrusa koronayê aboriya cîhanê şikesteke mezin xwariye ku bandora xwe li nirxê petrolê jî kiribû ku bermîlek neft daketibû heta 16 dolarên amerîkî.