image

PeyamaKurd – Li Tirkiyê di çend rojên borî de, ji ber guhertina serokê Banka Navendî û kûrbûna krîza aborî nirxê dolar her roj zêde dibe.

Li gorî bazarên diravan ên Tirkiyê îro 30yê Adarê nirxê dolar li hember dolarê amerîkî dîsa kêm bû û dolarek gihîşt 8 lîre û 40 qirûşê tirkî ku hîn jî zêdebûna dolar li hember pereyê tirkî berdewam e.

Herwiha hat ragihandin ku sermiyandarên biyanî yên Deutsche Bank a Almanî, tenê hefteya borî di navbera 750 milyon dolar û 1 milyar dolaran de parên xwe yên borseya Tirkiyê kişandine.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ji bo beralîkirina vê krîzê bangê li welatiyan dike ku zêr û pereyên xwe yên biyanî wekî dolar hûr bikin yan jî li bankên Tirkiyê razînin daku sermiyana Tirkiyê zêde xuya bike.

Lê belê digel van bangewaziyan jî hîn ti guhertinek di aboriya Tirkiyê de çênebûye û baweriyê nade karsaz û sermiyandarên biyanî.