image

PeyamaKurd – Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac dikin OPEC û welatên di derveyê OPEC ê de wê hilberîna xwe ya mehane di mehên gulan, hezîran û temmûzê de zêde bikin. 15 emîn civîna wezîran ku di nav de 23 endamên OPEC ê hene, civîna xwe di rêya video konferansê de kirin. Li gor biryarê di nava 3 mehên pêşiya me de wê her meh rojane bi miqdarê ku ji 500 hezar varêlê derbas nebe, hilberîna xwe zêde bikin.

Tabloya zêdekirina hilberîna petrolê ya welatên OPEC ê her weha bi raya giştî re hat pervekirin. Li gor tabloyê dê welatên OPEC ê di mehên gulan û hezîranê de mehane 350 hezar varêl û di temmûzê de 441 hezar varêl hilberîna xwe zêde bikin.