image

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewrûpayê bo bankayên bi navên Bank of America Merrill Lynch, Credit Agricole û Credit Suisse'e bi sedema ku di bazirganiya tehwîlan de ‘kartel’ çêkirine zêdetirê 28 milyon Euro cezayê pere daye wan. Bankakî bi sedema ji vê xebata wan YE yê agahdar kiriye, ceza nedanê.

Cîgira serokê komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Margrethe Vestager ragihand ku di bazara YE yê ya duyem de li ser dolar, di bazirganiya tehwîlan de ‘kartel’ çêkirine ceza dane wan. Di kirîn û firotina tehwîlan de, bi dizî peymanan çêkirine, agahiyên xesas parvekirine û di nav xwe de bihayê tehwîlan parvekirine û zerarê dane bazara Ewrûpayê.

Tevgerên wan li gor qaîdeya bazara serbest ne rewaye, Bank of America Merrill Lynch 12 mîlyon û 642 hezar euro, Credit Suisse 11 mîlyon û 859 hezar euro, Credit Agricole 3 mîlyon û 993 hezar euro ceza sitendine. Deutsche Bank bi sedema mijarê aşkera kiriye ceza nedanê.