image

PeyamaKurd – Tevî ku deshilatdarên Tirkiyê di van salên dawî de, dibêjin; wan qedexeyên ser zimanê Kurdî rakirine û gelek derfetên perwerde û bikaranîna Kurdî anîne jî di van demên dawî de siyaseta berê ya nehiştina Kurdî tê wekî ezmûneke ceribandî dîsa tê dubarekirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi rêya qeyûmên li ser şaredariyên hilbijartî hatine ferzkirin û li Rojavayê Kurdistanê jî li bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku hatine dagirkirin, Kurdî ji nav jiyanê tê paqijkirin û demografiya wan herêman jî bi rêkûpêkî tê guhertin.

Dijatiya zimanê Kurdî ne nû ye

Ev helwest û kiryarên Tirkiyê helbet ne nû ne û ji avabûna komara Tirkiyê ve heta niha li dijî bihêzbûna doza rewa ya Kurdan û her destkeftên wan, wekî kiryara ewil zimanê Kurdî bûye hedefa wan.

Di nav çend salên dawî de ku Kurd di warê ziman û têkoşîna xwe ya doza rewa ya bo mafên xwe de qadên nû bi dest xistine de, deshilatdariya Tirkiyê jî xwe neçar dît ku dîsa vegere ezmûna xwe ya berê ya dubarekirî ya dijayetiya mafên Kurdan.

Bi taybet piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê gelek qeyûm wekî karê xwe yê pêşî rakirina tabelayên Kurdî û karûbarên li ser Kurdî yên nav şaredariyan, kirin hedefa xwe.

Çend mînakên sala dawî:

  • Miînaka herî dawî; Di meha Hezîranê de qeyûmê ku li şûna şaredarên hilbijartî yên Batmanê hatiye danîn nivîsên hişyariyê yên li ser rêyan ku ‘Pêşî Peya’ hatibû nivîsîn rakir û tenê Tirkî hişt.
  • Qeyûmê şaredariya navçeya Artuklu ya Mêrdînê tabelayên pirzimanî yên Kurdî, Suryanî û Erebî rakirin.
  • Piştî hilbijartinê herêmî yên 31ê Adara 2018an şaredarê nû yê AKP tabelaya Kurdî ya ser avahiya şaredariyê rakir û piştî rexne û bertekên zêde ji nû ve Kurdî da nivîsandin.
  • Şaredarê nû yê Bedlîsê tabelaya Kurdî ya berê rakir û rastî gelek bertekên hembajariyên Bedlîsê hat.
  • Dîsa piştî ku şaredariya Agiriyê ket destê AKPê şaredarê Kurd ê Savci Sayan tabeya Kurdî ya ketina bajêr rakir û piştre ya Erebî danî.
  • Li Sêrtê jî piştî danîna qeyûm Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan hat ruxandin.

Di dîroka Tirkiyê de bi salan dijatiya Kurdî hatiye kirin ku ji qedexekirina navên gundan bigirin heta gelek nav û remzên Kurdî hatine qedexekirin û li şûna wan navên tirkî hatine danîn.

Deshilatiya niha ya AKPê ku destpêkê ji bo dengên Kurdan bistîne gelek gavên baş di warê zimanê Kurdî de avêtibûn jî niha dîsa vegeriyaye ser kiryarên berê ku wan bi xwe jî rexne lê dikir.

Ezmûna dijayetiya Kurdî car din û bi rêbazên tunekirina zimanekî tê dubarekirin, lê ew rêbaza ku heta niha neçûbû serî gelo vê carê wê bi ser bike?

Heta niha her çiqas hinek hikûmetên Tirkiyê bi taybet jî heyama destpêkê ya AKPê gelek gavên berbiçav ji bo wergirtina dengên Kurdan ji bo zimanê Kurdî hatibin avêtin jî ti carî rêya fermîkirina zimanê Kurdî û perwerdehiya dibistanan bo zarokan nehatiye vekirin.

Deshilatiya AKPê bi taybet piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ku li Rojavayê Kurdistanê jî ber bi statuyeke xwebirêvebirinê çû, helwesta xwe ya li hemberî kurdan guhert û hemû gotinên xwe yên bo çareserî û lihevkirina bi Kurdan re ji bîr kirin.

Deshilata nû ya AKPê bi şirîkatiya partiya nijadperest MHPê êdî kiryar û êrîşên ser Kurdan li Bakur jî zêde kirin û ji bo têkbirina Rojavayê Kurdistanê jî bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li ber çavê hemû dinyayê ligel wan komên çekdarên ne kêmî terora DAIŞê ne, pêngava dagirkirinê da destpêkirin.

Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî pêşî sembolên Kurdî hatin rakirin

Ev êrîş helbet ne tenê bi awayekî fizîkî bûn ku demografiya wan herêman dihat guhertin. Herwiha êrîşeke tunekirina zimanê Kurdî jî hatibû destpêkirin ku li Efrînê hemû sembol û navên Kurdî hatin rakirin û li şûna wan Tirkî û Erebî hat danîn.

Dîsa piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2018an bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî jî hatin dagirkirin û li wan bajaran wekî karê ewil Kurdî bû hedef. Navên hemû sazî û dezgehên bajaran bi Tirkî û Erebî hatin nivîsandin û tabelayên ku Kurdî tê de nîne hatin danîn.

Nehiştina Kurdî ya ber çavan têra wan nekir, herwiha perwerdehiya Kurdî jî hat betalkirin û erebî - tirkî bi zimanê perwerdehiyê bo Kurdên wan herêman ku ji xwe bi sed hezaran jî koçber bûn û li şûna wan jî malbatên komên çekdaran hatine bicihkirin.

Ev dijayetî û êrîşên ser Kurdan yên wekî pêvajoyekê ji aliyê desthilatdariyê ve têne meşandin, di nav alîgirên wan partiyên deshilatdar de jî gihîştin asteke metirsîdar.

Bi hestên şovenî li bajarên Tirkiyê gelek caran êrîş birin ser kesên di nav jiyanê de li derve bi Kurdî dipeyivin û heta bûn sedema kuştina wan jî.

Çend mînakên wan êrîşên ji ber axaftina Kurdî hatine kirin:

  • Herî dawî 1 Hezîrana 2020an ciwanekî Kurd Bariş Çakan bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdar dike, ji aliyê çend ciwanên nijadperest ve bi kêran hat kuştin û berpirsên dewletê bi gef û zextan malbata wî bêdengkirin.
  • Di 16ê Hezîrana 2019an de, li bajarê Çanakkaleyê zilamekî 74 salî ji ber ku bi xanima xwe re bi Kurdî axivî rastî êrîşeke nijadperestî hat û dev û diranê wî hat şikandin. Piştre dosyeya wî ya doza dadgehê jî bêyî ku kesê êrîşkar bê cezakirin hat girtin.
  • Dîsa sala 2019an li bajarê Sakarya xortekî 19 salî Şîrîn Tosunê Diyarbekirî, bi sedema ku bi kurdî axivîye rastî êrîşa 6 kesan hat û piştre gule di serê wî de teqandin û ew kuştin.
  • Meha Kanûna 2018an dîsa li bajarê Sakaryayê bav û kurek ji ber axaftina Kurdî rast3i êrîşeke şovenî hatin. Bavê bi navê Kadir Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî burhan Saktçi jî bi giranî birîndar bû.

Ezmûna deh salan a nehiştina Kurdî li nav jiyanê tê dubarekirin

Her çiqas deshilatdarî bi gotin û daxuyaniyên xwe qebûl nake jî, kiryarên dijî zimanê Kurdî û Kurdan di van demên dawî de li Tirkiyê gihîştine asteke gelekî metirsîdar ku deshilatdarî li hember vê yekê jî bêdengiya xwe didomîne.

Lê belê bi van kiryaran diyar dibe ku deshilatên Tirkiyê ezmûna deh salan dîsa dubare dikin. Ew bi qasî hebûna Kurdan û rûbirûbûna doza wan a rewa, Kurdî jî wekî gefeke mezin dibînin û bi dubarekirina ezmûna sed salî dixwazin zimanê Kurdî ku Kurdan hebûna xwe ji hezar salan ve pê parastine ji holê rakin.

Gelo wê ev kiryarên bi taybet li dijî zimanê Kurdî ku Kurdan bi hezar salan hebûna xwe pê parastiye bi ser bikevin? Bersiva vê jî helbet tenê civaka Kurd dikare bide ku kilîta jiyandin û pêşxistina ziman di destê wan de ye…