image

PeyamaKurd - Piştî “Bihara Ereban” û derketina “DAÎŞ”ê pergala hemî dinyayê û bi taybetî jî ya Rojhilata Navîn tevlîhev bû. Rewş û siyaseta partî û dewletan carinan di rojê de û carinan jî di seetê de diguhere. Hevkarên sibehê piştî nîvro dibin dijmin; neyarên duh, îro dibin dostê sedsale. Piştî seeteke din jî wê çi biqewime û kî wê çi bike, kes nizane.

Êdî pêşeroj ji bo gelê Kurd zêde krîtîk e.

Joe Biden sûnda xwe xwar û bi rengekî fermî bû serokê Amerîkayê yê 46an. Serokê berî wî, Trump ji bo ku kursiyê xwe bernede pir li ber xwe da, lê serokatiya bi zorê nebû nesîbê wî jî û taliyê qemçika xwe şût kir û çû mala xwe.

Hatina Serok Joe Biden ji bo her kesî tiştekî îfade dike. Çawa ku serokê dewletekê, bandorekê li ser gelê xwe dike; serokê Amerîkayê jî -kêm an zêde- bandorê li ser hemî gelên dinyayê dike. Êdî hatina Joe Biden teqez wê bandora xwe li ser welatên Kurdan jî bike. Lê bi rasî tu kes baş nizane ku wê bandoreke çawa bike. Lewra siyaseta dewletên mezin, carinan aqil jê nagirin.

Êdî her hesek tiştekî ji xwe re dibêje. Ji gelek aliyên deng bilind dibin û dibêjin Biden wê dewleta Kurdan ava bike û sala 2021ê wê bibe sala Kurdan. Bi rastî wextê ku Trump jî hat, me gelek peyvên nêzîkî vê gotinê bihîstin. Lê taliya talî, tu Kurdan ji Trump re jî negotin “Mala te ava û tu hatî ser çava.” Bi rastî Biden heta îro bi gelê Kurd û pirsgirêkên wan ve gelekî eleqedar xuya dike. Lê piştî ku desthilatdar bû, ew ê çi bike; heta niha ne zelal e.

Carinan mirov zêde xwe berdide. Gelo mimkun e ku serokên Amerîkayê wiha bêje: Wextê ku ez bûm serok, ez ê aboriya gelê Amerîkayê baştir bikim û paşî jî dewletekê ji Kurdan re ava bikim.” Ev ne mimkun e. Dibe ku siyaseta Kurdan di nav siyaseta Amerîkayê de ji %5ê jî cih nagire. Belê di Rojhilata Navîn de Kurd xwedî hijmareke girîng in û welatê wan jî li herêmeke krîtîk e. Lê heke tiştekî ku em bidin wan hebe, ew ê jî tiştekî bidin me.  

Lê ji hemiyan jî girîngtir gelo Kurd wê ji bo xwe û ji bo Amerîkayê çi bikin? Ya pêşî ne Amerîka û ne jî dewleteke din ji bo tu kesî tiştekî belaş nake. Ya duduyan divê berî her kesî mirov ji xwe re tiştekî bike. Yanî em ê li mala xwe rûnin û bila Amerîka were ji bo me bixebite. Tiştekî wiha heta niha çênebûye. Divê êdî Kurd Amerîkayê an jî dewletên hêzdar yên Ewrûpî mecbûrî xwe bikin. Wextê ku îro gelê Kurd di nava xwe de yekbûneke asê û jidil pêk bînin û bi hev re bimeşin, teqez hevalên ku bi wan re jî bimeşin wê çêbibin. Ji bo vê jî hinek krîter hene. Ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve hêzeke mezin lazim e. Îro Herêma Kurdistanê ji aliyê demokrasî û ewlehiyê ve ji gelek welatên derdora xwe zêdetir bi pêş ketiye. Ev jî dike ku bala derdorê û dewletên Rojavayî bikişîne. Êdî ev bes e? Na. Divê Kurdistan pêşketina xwe bidomîne û bi aliyên din yên siyaseta Kurdan û cîranên xwe re pêwendiyên xwe saxlemtir bike. Wextê ku Kurdan siyaset, aborî û huqûqa xwe li ser bingehê asê ava kirin, jixwe serkeftin wê ji ber xwe were. Teqez divê mirov siyaseta dinyayê û ya Amerîkayê bişopîne û li gorî wê hesabên xwe bike. Lê mirov her tiştî ji derdorê hêvî nake. Gotina pêşiyan dibêje, “Çavên li deriyan, xwelî li seriyan.”

Têkoşîna Kurdan ya li dijî DAÎŞê, alîkariya dewletên Ewrûpî û Amerîkî gihande hawara Kurdan. Wextê ku Kurdan li ber xwe nedabana, weke ku Mûsil ji destê Iraqê derket, hemî Kurdistan jî wê ji destê Kurdan derketibana. Îro jî wextê Kurd li Kurdistana Iraq û Sûriyê ji bo her kesî jiyaneke bi huzûr û aram û demokratîk pêk bînin; ev ê pêşiya gelek derfetan ji Kurdan re veke. Siyaseta Kurdan; divê partî û statûyên din ji bo xwe weke dijmin û dijber nebînin. Çawa be çilo be, li hember dinyayê hevdû qirêj û bêminet nekin. Îro muxtariyeta gundekî Kurdan jî weke durr û elmasan hêja û girîng e.

Divê kes li xirakirina statûya birayê xwe negere. Lewra statû wisa hêsan neketine destên Kurdan. Heta ku îro Kurdan li Iraqê Statûya Federal bi dest xistine bi sedhezaran şehîd dane. Bi heman rengî ji bo Stutûya Kurdistana Sûriyê jî xwîna bi deh hezaran şehîdan rijiyaye. Êdî ji bo keyf û kîna çar kesan mirov van statûyan têxe bin xeterê, tiştekî dûrî aqilan e. Ev ji bo Kurdan dîsa felaket û karesat e. Kes tên û diçin, lê gelê Kurd divê daîm be.