image

PeyamaKurd - Em ketin meha Adarê û dîsa bayê hînik ê biharê bi ser me de hat. Tirh û kelemên dar û deviyan bişkivîn û kulîlkên rengereng bel dan. Ew siruşta hişk û ziwa careke din zîl dide û zindî dibe. Hêvî û miradên ketibûn qulên dîwaran careke din geş dibin.

Belê hatina biharê careke din, dinyayê li ber çavên mirovan şîrîn dike. Mirov bi bihişta dinyayê şad dibe. Hatina biharê Newroz û destpêka jiyanê, tîne bîra mirov. Lê belê hatina biharê ji bo gelê Kurd, ne tenê destpêka Newroz û xweşiyê ye. Bihar ji keyf û xweşiyê zêdetir kul û kederên Kurdan jî ji nû ve der dike. Lewra bihar Enfal û Helebçeyê jî bi bîr tîne. Ew dema ku di dîroka gelê Kurd de tu caran wê neyê jibîrkirin… Ew dema ku di dîroka mirovahiyê de tarî û qirêj e… Ew dema ku di dîroka gelên Îslamê de sebeba şermezarî û fihêtkariyê ye… Ew dema ku wechê insên ê hov û zalim serdest bûye… Ew dema ku mirovantî, şefqet, rehmet û edalet ji ser rûyê erdê hatiye maliştin…

Ji ber vê yekê bihar tu caran di dilê me Kurdan de, ne tenê keyf û şahî ye. Her ku bêhnekê keyfa me tê, pêre jî hêstirên çavên me jî bi wê keyf û şahiyê re heval in û heta qiyametê jî ev girêk wê rihê gelê Kurd tengezar bike.

Heta ku gelê Kurd ji aliyê siyasî, aborî û huqûqî ve bi tevahî azad nebe; şikestina dilê gelê Kurd nacebire. Ji ber vê yekê divê hemî Kurd ji bo vê armaca pîroz bixebitin. Ji hûr û gira divê her kes barekî hilgire ser milên xwe û vî berî bibin sêrî. Îro li ser rûyê erdê pergaleke adil û durust nehatiye avakirin. Her kes bi hêz û qeweta xwe li ser linga ye. Hêzên mezin tu caran li gorî huqûq û exlaqê tevnagerin. Belê her kes dibêje em li gorî huqûq û qanûna navnetewî tevdigerin lê belê her des dizane ku ev, ne rast e. Kesên ku hêza wan tune be, mixabin wê di bin lingan de bieciqin.

Êdî Kurdan jî perçebûnî û bêhêzbûnî bi rengekî hişk tecrûbe kirine. Careke din ne hewceyî ceribandinê ye.

Divê Kurd kîn û rika nav xwe ji holê rakin û destên xwe bidin hevdû. Lewra heta niha Kurdan ji bo dîn û baweriya xwe û ji bo terzê jiyana xwe neheqî nedîtine. Hemî zilma ku li Kurdan hatiye kirin, ji ber Kurdbûna wan hatiye serê wan. Ji ber vê yekê divê Kurd li Kurdbûna xwe xwedî derkevin.

Dijminên mirov êrîşî çi yê mirov bikin, ji wê tiştê ditirsin. Êdî divê mirov jî li wê nirxê xwedî derkeve. Êdî divê Kurd jî li hebûnên xwe xwedî derkevin û li pêşiya hinek enfal û qirkirinên din bisekinin. Bi hêviya bihareke rastîn…