image

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn li Wanê biryar da ku wêneyên Ala Kurdistanê tê de hene nakevin çarçoveya ‘propagandaya PKK’ê û Dadgeha Herêmî ya Îstinafê jî ew biryar pesend kir.

Xortekî Kurd bi navê Ahmet Kinay sala 2015an di çalakiyeke li bajarê Wanê de, wêneyê xwe ligel Ala Kurdistanê girtibû. Herwiha hebûna Ala Kurdistanê di wêneyekî heman xortî yê di cenazeyê Şehîd General Saîd Çurukkaya de jî wekî ‘popagandaya rêxistinê’ hatibû nirxandin.

Dadgehê di raveya biryara xwe de gotiye, Kurdên Iraqê ‘mafê xwe yê diyarkirina çarenivîsa xwe’ bikar anîne û Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî rêveberiyeke meşrû ye û xwestiye, ji PKK û KCDê cuda bê nîşandan. Ev biryara han ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Erzeromê ve jî hatiye pesendkirin.

“Biryar bi gelek aliyên xwe ve xwedî girîngiyekê ye’

Ev biryara ku dadgehê standiye ji gelek aliyan ve xwedî girîngî ye. Ji ber ku Ala Kurdistanê bi salan wekî ‘Ala PKKê’ nîşan dane ku ala welatekî wekî flamaya rêxistinekê qebûl kirine ku ev cudabûn bi vê biryarê re hatiye pesendkirin.

Wekî tê zanîn, salek berê geştiyarên Başûrê Kurdistanê di serdana xwe ya Trabzonê de, ligel Ala Kurdistanê wêneyê xwe girtibûn û rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn û hatibû gotin, wan ‘Ala PKKê’ vekiriye û êrîşkaran xwe wisa parastibûn.

Helbet gelek bûyerên din ên bi vî awayê hene. Dema em biçin sala 2017an, Serok Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê kiribû ji bo hevdîtina ligel Tayyip Erdogan û hem li Enqerê hem jî li Stenbolê li balafirgehan bi ala Kurdistanê hatibû pêşwazîkirin.

Dîsa di heman demê de ev geşedana han, derdorên dewletperestên ku dibêjin Kurd û Tirk bira ne gotinên wekî; “Qaşo ala Kurd û paçikê Kurd’ kiribûn Ala Kurdistanê û flamayên PKKê xistibûn heman çarçoveyê.

Ev biryar cihê kêfxweşiyê ye ji ber ku Ala Kurdistanê destkefteke ji Xoybûnê, heta Qazî Muhammed û Mele Mistefa Barzanî di encama têkoşînê de gihîştiye ciwanên Kurd yên îro.

 “Divê neyê jibîrkirin ku…” 

  • Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku; ev al sembol û rastiya serpêhatiyên miletekî ye. Ti kes nikare vê alê ne înkar bike ne jî red bike.
  • Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku;  ev al ji Amerîka heta Almanya, Fransa, Brîtanya û NATOyê, li Neteweyên Yekbûyî (NY) û her derê hildayî ye û li ba dibe.
  •  Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku; bi riya dadgehên xwe jî rewabûna vê alê qebûl kirine û dane zanîn ku divê bi flamayên PKK/KCKê re neyê tevlîhevkirin.
  • Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku; Ala Rengîn çawa ku heta niha bi serbilindî li ba bûye wê ji niha şûnde di nav nifşên dahatû de jî bi serbilindî li ba bibe.
  • Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku; Gelê Kurdistanê di biryara xwe de azad e û di vê çarçoveyê de, sala 2017an ji bo Serxwebûnê çû referandûmê û bi rêjeya ji sedî 92,73yê dengan ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe gotiye, ‘belê’.
  • Kesên ku heta doh ji Ala Kurdistanê re digotin, paçekî beredayî ye divê jibîr nekin ku; ew al ji bo Kurdan gelek tiştan îfade dike.

Em jî bi bîrxistina biryara dadgehan wan re, hêvî dikin ev geşedan di nav Tirkan û medya wan de bi rêzdarî were pêşwazîkirin û dev ji êrîşkirina mafên rewa yên Kurdên ku ji wan re qaşo dibêjin, ‘bira’ berdin.