image

PeyamaKurd - Gelê Kurd, netewekî kevnar e û bi rûmet e. Di dîroka mirovahiyê de cihê gelê Kurd pir girîng e. Ji roja ku Kurd derketine meydana dîrokê û heta niha roleke girîng lîstine.

Di Rojhilata Navîn û warê Botan de demeke dirêj serdest bûne. Tu caran xîret û namûs neavêtine û her dem li dijî zilm û zorê û zordariyê sekinîne. Di hinek şeran de bi ser ketine û carinan jî zeîf ketine. Carinan –weke dema Mîrê Mezin Selaheddîn- yekîtiyeke berfireh pêk anîne û carinan jî ketine singa hev.

Lê belê di sedsala bîstan de gelê Kurd rastî zilmeke pir mezin hat. Dewletên herêmê li dijî Kurdan pîlaneke pir qirêj dane meşandin û netew û dewletên navnetewî jî li dijî vê zilmê çavên xwe girtin. Heta gelekan rasterast û hinekan jî rêyên dûvdirêj destek dane vê zilmê. Ya herî xerîb û bêşeref jî ew bû ku netew û dewletên misilman jî li dijî vê zilmê birhên çavên xwe jî ranekirin û gelekan ji wan ev zilm heq dîtin. Mixabin heta îro bi xwe jî gelê Kurd li herêmê bi tevahî ji talûkeya zilm û zordariyê xilas nebûye.

Lê belê îro hinek tiştên ku Kurd dikarin bikin hene. Divê Kurd vê keraseta bi serê Kurdan de hatiye bi dinyayê, weke “jenosîd-qirkirin” bidin qebûlkirin. Lewra ji vê peyvê zêdetir tiştek rewşa Kurdan bi zelalî nîşan nade. Lewra tişta ku gelê Kurd pêre rû bi rû maye; ji jenosîdên ku hatine qebûlkirin, ne kêmtir e. Lewra hemî qeyd û belge îro jî li meydanê ne. Bi hezaran şahidên wan li jiyanê ne. Îro hê jî tirbên ku bi hezaran insan têde hatine veşartin derdikevin.

Ji ber vê yekê divê gelê Kurd di vê mijarê de xebateke berfireh bike ku dinya Jenosîda Kurdan qebûl bike. Îro ji bo vê yekê jî gelek îmkan û alav hene. Di destpêkê de Hukûmeta Kurdistanê û medyaya Kurdî divê barê giran hilgire ser milên xwe. Ji xeynî vê jî medyaya civakê di emrê hemî kesî de ye. Nivîskar û helbestvan dikarin di vê mijarê de berhemên xwe pêşkêşî dinyayê bikin û wergerînin zimanên biyanî.

Ji van hemiyan jî ya herî girîng –li gorî min- çêkirina “filîmekî sînemayê” ye. Îro di dinyayê de alava propagandayê ya herî bi bandor sînema ye. Berî filîmên “Pîyanîst” û “Jiyan xweş e” çend insanan jenosîda Ciwûyan dizanîbû? Ji ber vê yekê divê ev kar êdî neyê taloqkirin.

Ji aliyê dinyayê ve qebûlkirina Jenosîdê, wê pêşeroja Kurdan hêsantir bike. Pêşiyê, wê li ber hinek jenosîdên muhtemel bibe asteng. Ji xeynî vê jî di siyaseta navnetewî û herêmî de wê hêz û bandora Kurdan zêdetir bibe.