image

PeyamaKurd - Pêvajoya hilbijartina serokatiya Amerîkayê ya di navbera Joe Biden û Donald Trump de, di dîroka Amerîkayê de, her hal ne tiştekî ji rêzê bû. Hem berî hilbijartinê û hem piştî wê re Trump ji bo ku cihê xwe qaîm bike hemî rêyên meşrû û neserrê bi kar anîn. Xuya bû ku cihê wî pir xweş bû û nedixwest wî kursiyê xwe yê delal bihêle û here.

Bi qasî gelê Amerîkayê gelên dinyayê jî şaş û mat mabûn. Lewra Amerîka ji bo gelek kesan navenda demokrasî û azadiyê ye. Qet nebe, ew di vê baweriyê de ne û yên ku vê fikra wan parve dikin jî, ez dibêjim qey li dinyayê ne kêm in.

Êdî ev qas îdîayên tevlîhev û çalakî û serdegirtina senatoyê çi bûn? Encamên hilbijartinê li meydanê bûn û ferqa di navbera rayên her du partiyan de jî ne hidik bû. Çima Trump nedixwest here. Gelo pere û mal û milkê wî hindik bû û dixwest ku hinekî berîka xwe tijî bike? Na li gorî reqemên fermî berîka wî tijî ye û heta serve çûye. Êdî dibe ku hêz û qeweta wî tune be û dixwaze dijmin û neyarên xwe hinekî bitirsîne. Lê paşî me dî ku ev jî ne wisa ye. Lewra ji cîranên wî heta bigihe dewletên dûredinya hemî kes hesabê wî dikin û xwe ji xezeba wî diparêzin. Heta yên ku bêhna wî teng dikirin, bombeyên xwe jî li ser wan dibarandin.

Qey ew xwesteka ku Trump bi kursî ve girêdida, hêz û îqtîdar bû. Lewra hêz tiştekî wisa ye ku giha kesekî, pêve dizeliqe û ew kes bixwaze jî wî bernade. Kesê ku jê t’em kir êdî çem û deryaya hêzê jî vexwe jê têr nabe. Insan di destpêkê de dibêje hema kevçiyekî jê vexwum besî min e. Lê wextê giha zimanê wî, êdî dibe mubtelayê wê. Dike û nake men’a wî jê nabe û her ku diçe zêdetir dixwaze. Di dîroka dinyayê de serokên ku hemî dinya dane ber xwe û meşiyane û her der tert û belav kirine, gelek in.  

Me paşî fêhm kir ku derdê Serok Trump jî ev e. Her çi qas hêz û malê wî hebû jî, bi serokatiyê her du jî zêdetir kirin. Êdî bes bû? Na, divê hinekî din jî zêdetir bike û hwd.

Wextê ku Amerîka ji aliyê hilbijartin û demokraiyê ve di vê rewşê de be, êdî ew dewlet û miletên “dinyaya sêyemîn” wê çi xweliyê li serê xwe bikin? Di vê rewşa pir xirab de em ê çawa demokrasî, wekhevî, edalet û ewlehiyê pêk bînin? Xuya ye, heke mirov her tiştî ji keyfa mirovekî re bihêle, wê ev tişt pir zor pêk werin. Ji ber vê yekê divê mirovahî pergalekê ava bike ku tu kes nikaribe ji rê derkeve. Lewra jirêderketina kesekî tenê, tiştekî normal e. Lewra di dîrokê de heman tiştan bi hezaran caran tekrar kiriye. Lê heke pergal ne bêqusûr be jî ji bêpergalbûnê çêtir e. Divê pergala mirovahiyê weke xeta treynê be û bê meqes be. Lewra bi hezaran km.yan here jî gava meqesek dît, wê ji rê derbikeve. Weke ku em her roj dibêjin ‘edalet ji her kesî re lazim e’ pergal jî ji her kesî re lazim e. Heta treyn li ser xeta xwe here, bêzerar û pir bi feyde ye. Lê gava ji xeta xwe derket ji yên hundir û derve re zerareke pir mezin heye.

An mirovahî wê ji bo her kesî pergaleke adil û ewle pêk bîne an jî her kes wê gilî û gazindên xwe bike û ji qedera xwe qaîl be.

Îro heke li Amerîkayê pergalek tune ba, dibe ku niha li wir gengeşî, alozî û kaos çêbûba. Wekî din pergala wan jî çi qasî saxlem û asê ye, ew jî mijareke din e. Lê pêvajoya hilbijartina Amerîkayê, li çar aliyên dinyayê çavên insanan vekir. Divê ku her kes careke din pergala xwe di ber çavan re derbas bike. Jixwe heke pergal hebe. Li cihekî qulik, terk, kort û kumbalek hebe; divê were serastkirin. Bi rastî ez mereq dikim, gelo serok û gelên Rojhilata Navîn, ev pêvajoya girîng çawa xwendin.  

Gelê Kurd di Rojhilta Navîn de di herêmeke girîng de ye û ji bo dengeya herêmê jî bandoreke wan a girîng heye. Di dîroka herêmê û dîroka dinyayê de her dem rolên girîng lîstiye. Îro hijmara gelê Kurd ji nufûsa gelek dewletên dinyayê zêdetir e. Çand, dîrok û edebiyata Kurdan jî kevnare ye.

Divê serok û partiyên Kurdan vê rola xwe bi bîr bînin û di avakirina pergaleke wiha de roleke girîng higirin. Ev ê hem ji bo statuya Kurdan û hem jî ji bo ewlehiya herêmê bandoreke erênî bilîze. Gelên ku mîlyonek nufûsa wan tune ye, di muwazeneya dinyayê de rolên giringî dilîzin. Divê êdî Kurd jî rola xwe hilgirin ser milên xwe. Kes vê rolê li ser milên wan nake.