image

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê nivîsî û diyar kir, HDP wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de encamên hilbijartinên Tirkiyê diyar bike.

Reutersê got, "HDPya ku Kurd piştgirîya wê dike, di rewşekê de ye ku potansiyel partiya desthilatdar diyar bike."

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters tekezî li ser wê yekê kir ku HDP di nirxandina proseya hilbijartinên Tirkiyê de roleke sereke dilîze. Ajansê da zanîn, "Ji ber tifaqa neteweperestan piştgiriya Kurdan a ji bo Erdogan kêm bûye" amaje bi wê yekê jî kir, HDP beriya hilbijartinan di bin gefa girtina Dadgeha Destûra Bingehîn de bû.

Di nûçeyê de hat gotin, "Kurdên ku demeke dirêj xwe di nava siyaseta Tirkiyeyê de hîs dikin, dibe ku di hilbijartinên Gulanê de bibin xwedî roleke diyarker û diyar dike ku Serokkomar Tayyîp Erdogan piştî zêdetirî 20 salan wê desthilatdariya xwe dirêj bike yan na."

'Tevî doza girtinê...'

Reutersê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, di anketan de balansek di navbera Hevbendiya Gel û Hevpeymaniya Netewî de heye.

"Tevî ku hewldana qedexekirinê ya li dadgehê tê wê wateyê ku wê di bin sîwana partiyek nû de ji nû ve were damezrandin jî, HDP ya Kurd piştgirîya wê dike, di rewşekê de ye ku di hilbijartinan de biryarê diyar bike."

Di raporê de herwiha hate gotin, "Erdogan û partiya wî AKP, ji dema hatina desthilatdariyê heta niha bi hilbijartinên herî dijwar re rû bi rû ne."

'Erdogan xeta neteweperest hilbijart'

"Erdogan bi salan bi Kurdan re ku ji sedî 20ê nifûsa Tirkiyeyê pêk tînin re dide û distîne; wî piştgirî ji başûrê rojhilatê ku bi piranî Kurd lê dijîn, ji bo zêdekirina mafên Kurdan, pêşketina aborî û hewldana bidawîkirina pevçûna bi mîlîtanên Kurd re werdigre." Reutersê got, “Hikûmeta Tirkiyê xeteke netewperest a bihêztir diparêze, opozisyon bang li HDPê dike ku piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglu û piştgiriya Kurdan kêm bûye.”

Ajansê got, "Her çend rapirsîn nîşan didin ku rêjeya desteka ji bo HDPê ji sedî 10 e, partî dikare di dengdana li ser desthilatdariya Tirkiyeyê de rola sereke bilîze."

Reutersê da zanîn, hilbijartinên 14ê Gulanê jî wê diyar bikin "gelo aboriya Erdogan ya ku berê geşbûn û avadanî bi xwe re anî, lê niha gelê Tirkiyê bi enflasyona ji sedî 55 re rû bi rû hiştiye wê bidome."

Îmam Taşcier: Erdogan bi pişta destê xwe dehf da

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji Reutersê re ragihand, Kiliçdaroglu roja Duşemê bi HDPê re hevdîtin kiriye û got, Serokê CHPê "hebûna pirsgirêka Kurd" weke salên borî Erdogan dema ji Kurdan piştgirî xwestiye qebûl kir.

Herwiha Taşçier diyar kir, Erdogan di vê xalê de azadî, demokrasî, mafên mirovan û pirsgirêka Kurd red kiriye.

'Ti zehmetiya Kurdan di dengdana Kiliçdaroglu de tune'

Ajansa Reutersê bi bîr xist ku HDPê di hilbijartinên herêmî yên 2019an de li bajarên mezin piştgirî da namzetên Tifaqa Netewî, Endamê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkun jî got, “Dema hewldanên wî yên dawî ji bo avakirina pira hem bi dengdêrên Kurd û hem jî bi dengdêrên kevneperest re dinerim, ez bawer nakim ku dengdêrên HDPê ji bo dengên xwe bidin Kiliçdaroglû, zehmetiyê bikşînin."

Di raporê de herwiha hat destnîşankirin, HDPê piştî têkçûna pêvajoya aştiyê di bin zextên giran de ye.