image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê piştî êrîşên berdewam ên milîsên Îranî bi ser baregehên wan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê de, sîstemên moşekî yên pêşketî yên berevaniya asmanî bicih dike. Herwiha li gorî dîmenên hatine belavkirin û zanyariyên dawî sewqîyata sîstema parastinê Avenger bo devera Dêrazorê dest pê kiriye.

Li gorî rapora ku di kovara Forbesê de hatiye weşandin, wê Amerîka ji bo parastina leşkerên xwe yên li Iraq û Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) li dijî êrîşan sîstema Avenger a menzîk kurt a moşekî bicih bike.

Forbesê eşkere kiriye ku wê ew sîstema berevaniyê li herêma Dêrazorê ya bin deshilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD û li nav erda Iraqê were bicihkirin.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku sîstema berevanîyê ya Avenger li dijî balafirên bêmirov ên bi çek û bê çek xwedî bandoreke zêde ye.

Sala derbasbûyî jî Amerîkayê ji bo parastina baregehên xwe yên li Iraqê ligel sîstema C-RAM a parastina moşekî pergala Patriot jî bicih kiribû.

Bicihkirina sîstemên berevanîyê ji aliyê Amerîkayê ve li herêmê wekî mayîndebûna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata HSDê tê nirxandin ku Amerîka piştî hatina rêveberiya Joe Biden ji nû ve bandora xwe li Sûriye û Iraqê zêdetir dike.