image

PeyamaKurd – Çend roj berê Kompaniya petrol û enerjiyê ya Amerîkî Delta Crescent Energy bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re peymana hilberîn û derxistina bazarê ya petrolê îmze kir.

Berpirsên niha û yên berê yên Amerîkî ji Foreign Policy re axivî ne û dibêjin, ev peyman bi piştgiriya rêveberiya Amerîkayê ji bo pêşxistina qadên petrolê li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) hatiye îmzekirin û wê ji hêzên Amerîkî re bo têkoşîna dijî DAIŞê û mayîna leşkerî li herêmê bibe alîkar.

Herwiha heman çavkanî diyar dikin ku tekane rêya ku Trump leşkerên Amerîkayê li herêmê bihêle jî ev bû.

Foreign Policy di analîza xwe ya bi navê ‘Amerîka ji bo parastina petrolê li Sûriyê ye’ ya ji aliyê Jack Detsch hatiye nivîsandin de, cî dide nêrînên karbidestên Amerîkî.

Di analîzê de tê gotin, “Hin rayedarên Amerîkî dibêjin, ev peyman ji bo kesên dixwazin em li Sûriyê bimînin diyariyek e. Hinek jî dibêjin, ji bo vê xebatê pêwîstî bi pabendbûna Amerîkayê ya heta hetayê bo Sûriyê heye.”

Herwiha nivîs balê dikişîne ser ku peymana petrolê bingeha pêkanîna hêzeke HSDê ya perwerdekirî bo parastina qadên petrolê daniye.

“Ev ji bo yên dixwazin em li Sûriyê bimînin diyariyek e”

Rayedarên Amerîkî gotine, dê peymana navborî rejîma Beşar Esed ji hêla aborî ve birçî bihêle û herwiha ji bo mayîna hêzên Amerîkî li herêmê jî rê xweş bike.

Rayedarekî pilebilind ê rêveberiya Trump derbarê peymanê de şîroveya, “Ji ber vê jî ji bo yên dixwazin em li Sûriyê bimînin ev diyariyek e.”

Rayedarekî navê xwe nedaye jî gotiye, hê jî hêzên Amerîkî li Sûriyê hene û niha di nav hewla hevsengî danîna navbera aliyan de ne ku ew jî; Tirkiye ji ber alîkariya Amerîkayê bo Kurdan fikarên xwe tîne ziman û wan alîkariyan bi PKK û PYDê ve girê dide. Lê belê wê ev peyman ji aliyekî ve jî bihêle ku HSD hêza xwe ya li herêmê bidomîne.

“Hevpeymanî bingeha avakirina hêza perwerdekirî ya HSDê amade dike”

Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, zemîna avakirina hêzeke perwerdekirî ya HSDê bo parastina qadên petrolê amade dike.

Pisporê Rojhilata Navîn di Enstîtuya Xebatên Şer de Nicholas Heras dibêje; "Amerîka li derveyî rejîmê bazareke alternatîf pêk tîne û dixwaze bi awayekî bêdeng Rûsya û Esed ji derve bihêle. Ev hewldan pêwîstî bi pabendbûna Amerîkayê ya heta hetayê bo Sûriyê heye, heke na wê bigihe asta hilweşînê.”

Lê belê li gorî rayedarên Kurd û çavdêrên Amerîkî, avakirina bazarekê ji bo petrola Sûriyê ya li derveyî rejîmê, hîn jî nediyarbûna xwe didomîne.

Herwiha qadên petrolê ji ber êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê bi ser DAIŞê de, gelekî xisar dîtine ku ev jî aliyekî din ê mijarê ye.

“Wê peyman xweseriya Kurdan zêdetir bike”

Divê ji sedî 60 zêdetir qadên petrolê werin çak kirin. Çavkaniyeke mijarê dişopîne got ku mesrefên ji nû ve çak kirina qadên petrolê dibe ku qezenca wê ji holê rake. Çavkaniyê diyar kir, Amerîkayê avakirina du parzûngehên mobîl girtiye ser xwe, lê di warê refînekirina petrolê de hem ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hem jî ji aliyê Tirkiyê ve gumanên wan hene.

Çavkaniyê da xuyakirin ku Senator Lindsey Graham, ji bo gihîştina peymanê bi Delta Crescent Energy re bi hevdîtinên ligel rayedarên Amerîkî re hêsankarî kiriye.

Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya Şamê her çiqas hewil didin tenê bi yek hikûmetê re li Sûriyê bimeşin jî ev peymana petrolê ya bi rêya Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê hatiye kirin, wê xweseriya Kurdan zêdetir bike û gaveke cidî ya potansiyela wê ya parçekirina Sûriyê heye ye.


Werger | PeyamaKurd