image

PeyamaKurd - Newroz cejna gelê Kurd e. Bi hezar salan Kurd vê demê weke cejn û şahiyê pîroz dikin. Ji ber nexweşiya koronayê û hinek sebebên cuda jî par Newroz bi serbestî nehate pîrozkirin. Lê îsal li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê jî Kurdan guriya agirê Newrozê geş kirin.

Îsal Newroz di dem û rewşeke pir krîtîk de hat. Lewra li çar aliyên Kurdistanê rojeva Kurdan pir tijî ye. Pêwendiyên Hukûmeta Kurdistanê û hukûmeta navendî hê bi tevahî li cihê xwe nerûniştine.

 Li Rojavayê Kurdistanê, pêşeroja statuya rêvebiriyê hê jî ne zelal e û êrîş û astengkirin li dijî wan didomin.

Li Tirkiyê li ser siyaseta gelê Kurd zext û zorên dijwar hene. Heta partiya ku siyaseta Kurdan temsîl dike (HDP) bi girtinê re rû bi rû maye û nêzîkî 700 endam û giregirên partiyê jî bi astengkirina siyasetê re têne îmtîhankirin.

Ji bo demeke dirêj li Tirkiyê hukûmetê nedihişt ku gelê Kurd çalakiyeke sivîl a piçûk jî bike. Ji ber vê yekê jî li dijî zext û zordariyê, dengê gelê Kurd baş dernediket. Ji ber vê yekê jî îsal çavên her kesî li Newrozê bû.

Di vê rewşa teng û tengezar de Newroza Pîroz bi ser me de hat. 21ê Adara 2021ê jî li Amedê pîrozkirina Cejna Newrozê hebû. Êdî hinekan texmîn û hinekan jî hêvî dikirin ku qadên Newrozê bi taybetî li Amedê li Kurdistanê vala bimînin. Lê belê wisa çênebû. Tevî ku li gelek bajarên Kurdistanê di heman seetê pîrozkirina Newrozê hebû jî, di sêrî de li Amedê û li hemî bajaran sed hezaran qadên Newrozê tijî kirin. Lê belê ne tenê li Kurdistanê, li hemî welatên dinyayê îro xewn û xeyalên Kurdan din ava heman çemî de herikîn. Bajar û gund û sikakên ku tenê Kurdek jî lê hebe, hemî pê hesiyan ku Kurd kî ne û îro cejna gelê Kurd e. Êdî her kes vê yekê baş dizane ku Newroz ji bo gelê Kurd, ne tenê cejnek e; di heman demê de peyam e, bertek e, berxwedan e, li mafên xwe xwedî derketin e, li dijî xêrnexwazan nîşandana wêrekî û cesaretê ye…

Di vê Newrozê de Gelê Kurd ji her kesî re peyameke eşkere belav kir û got ku “Ez li Kurdbûna xwe xwedî derdikevim, ez hemî mafên Kurdbûnê dixwazim, ez tunekirin û helandina xwe qebûl nakim û ji bo ku ji zarokên xwe re jiyaneke Kurdewarî bihêlim ez ê heta hetayê li ber xwe bidim.”

Êdî hemî dinya jî peyamên gelê Kurd fêhm dike. Fikr û baweriya wî çi dibe bila bibe, gelê Kurd di bin sêwana Newrozê de kom bûn û destên xwe dane hevdû û gotin ku her çiqas cudatiyên me hebin jî tiştên ku me digihînin hevdû pir zêde ne. Em ê bi vê çanda hevpar mil bi mil bimeşin û bigihin armanca xwe.

Newroz li gelê Kurd pîroz be.

Bi hêviya Newrozên hê xweştir…