image

PeyamaKurd – Di rapora pisporên parlamentoya Almanyaya Federal de, li ser êrîş û operasyonên Tirkiyên yên bi ser Başûrê Kurdistanê de ku PKKê dikin hincet dibêje, cihê gumanê ye ku ew operasyon li gorî hiqûqa navdewletî be.

'PKKê di rewşa heyî de ji ser sînor êrîş nebirine ser Tirkiyê'

Li gorî ragihandina medya fermî ya Almanî DWyê di rapora pisporên Alman de, tê gotin ku PKKê di rewşa heyî de ji ser Başûrê Kurdistanê êrîş nebirine ser Tirkiyê û ji ber vê jî ti encama ku êrîşên Tirkiyê di nav xaka Iraqê de meşrû bike derneketiye holê.

Tirkiye êrîş û operasyonan dispêre xala 51 ya Peymana Neteweyên Yekbûyî

Tirkiye êrîşên xwe dispêre xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî û li wir tê gotin, dema êrîşek ji der sînoran bi ser endamên NY de pêk were dikare berevaniya xwe bike.

Lê belê di rapora Daîreya Zanistî ya Meclîsa Federalî ya Almanyayê de, tê gotin ku êrîşên Tirkiyê ne di çarçoveya xweparastina meşrû de ne û divê Enqere daxuyaniyeke ronîkirinê bide.

Hêjayî gotinê ye, raporên Meclîsa Federalî bi armanca agahdarkirinê di warên pisporî de têne amadekirin û gelek tîmên beşên cuda yên pispor tê de kar dikin. Lê belê ew rapor nakevin şûna nêrîna fermî ya Parlamentoya Federalî ya Almanyayê.

Tirkiye ji 15ê Hezîranê ve êrîşên xwe berdewam dike

Êrîşên asmanî û operasyonên bejahî yên Tirkiyê ku bi hinceta hebûna PKKê daye destpêkirin, ji 15ê Hezîranê ve berdewam dikin û li gorî ragihandina deshilatdariya Tirkiyê heta niha bêhtirî 30 xalên leşkerî hatine avakirin.

Li sînorê Zaxo Hêzên Zêrevanên Sînor hatin bicihkirin

Herwiha di encama wan êrîşan de herî kêm 6 sivîlên Başûrê Kurdistanê jî hatine kuştin ku Tirkiye vê yekê red dike.

Tevî daxuyanî û nerazîbûnên Irak û welatên Erebî jî Tirkiye destwerdana xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê berdewam dike ku herî dawî hefteya borî Hêzên Zêrevaniya Sînor bi fermana hikûmeta Iraqê li sînorên Zaxoyê hatin bicihkirin daku rê li ber pêşveçûnên Tirkiyê bigirin.