image

PeyamaKurd - Berî niha bi 96 salan Şêx Seîdê Kal û hevalên wî li hember zilm û zora hukûmeta demê serê xwe rakirin. Di dawiyê de serhildan hate tefandin û Şêx Seîd û hevalên xwe bûne êsîrê dewletê.

Dewletê, biryara darvekirina wî û 47 hevalên wî dan û di 29ê Hezîrana sala 1925an de ew û hevalên wî li Amedê hatin daleqandin-şehîdkirin. Piştre jî cenazeyên wan jî nedane merivên wan û li cihekî bi dizî hatin veşartin.

Belê ev 96 sal in ku cihê tirba Şêx Seîd û hevalên wî nayê zanîn. Belê erkdarên dewletê dizanin lê belê ji merivên wî û gelê Kurd re tu caran nabêjin. Ji wê demê heta îro bi dehan hukûmet û partî û serok guherîne, lê belê dijberiya li hember gelê Kurd neguherîye. Heta niha hukûmetê oldar, bêol, sosyal û nijadperest ketine pey hev, lê helwesta li dijî Kurdan li ser heman xetê meşiyaye.

Mixabin dewleta Tirk şerekî pir qirêj li hember Kurdan dimeşîne. Belê ev karesat, ne tenê hatiye serê Şêx Seîd û hevalên wî. Gelek kesên weke wî wisa bê ser û şûn çûne. Seîdê Kurdî yek ji wan bû. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî rastî heman helwestê hatiye.

Di emrê 84 salî de Seîdê Kurdî gaveke tenê jî ji destê dewletê rehetî û aramî nedîtiye. Ew bi xwe jî dibêje, “Zilma ku min li derveyî welêt di sê salan de nedîtibû, min li welatê xwe di sê mehan de dît.” Her dem polîs, leşker, zindan, girtîgeh, dadgeh û dadwer li pêşiya wî bûn. Piştî ku di sala 1960î de li Rihayê diçe ser dilovaniya xwe, tirba wî jî şevekê tê şikandin û cenazeyê wî jî ji gelê Kurd tê veşartin.

Heta niha tirba wî jî winda ye. Dewletên ku bi mîlyonan insanan ji hev dikujin jî taliyê ji miriyên hevdu re rêz û hurmetê nîşan didin. Êdî ev kîn û xezebeke çawa ye ez nizanim. Dibe ku ew ji mîrên me jî û ji miriyên me jî ditirsin.

Berî gavekê, di destpêkê de cihê cenazeyê Şêx Seîd û Seîdê Kurdî û paşî jî hemî cenazeyên Kurdên veşartî, divê werin eşkerekirin û teslîmî malbatên wan werin kirin. Divê îtîbara wan were îadekirin û ji malbatên wan lêborîneke fermî were xwestin. 

Divê partî û saziyên Kurdan jî li ser vê mijara girîng hinek kar û xebatan, hinek meş û çalakiyan li dar bixin ku hişmendiyeke nû di nava gelê Kurd de çêbibe. Di heman demê de divê ev rewşa awarte ji raya giştî ya Tirkiyê re jî were vegotin. Lewra dijminên herî dijwar jî li hemberî hev di vê mijarê de nerm tevgeriyane.

Divê ev kar û xebat dûrî siyasetê werin meşandin. Bav û kalên Kurdan gotine: “Şeytan jî xwe ji miriyan dişoyê.” Êdî qet nebe, lazim e em zilm û zorê li miriyan nekin. Heke em vê hînî hevdû bikin, belkî piştre em bikaribin ji sax û zindiyan re jî rêzdar û hurmetdar bibin.