image

PeyamaKurd – Kovara Forbes a Amerîkî ku yek ji weşanên herî bi prestîj ê li cîhanê, li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge analîzeke berfireh belav kir.

Di analîza ku ji aliyê Paul Iddon ve hatiye nivîsandin de, êrîşên moşekî yên komên çekdar ên girêdayî Heşda Şeibî yên vê dawîyê bi ser hêzên Pêşmerge de hatine kirin têne nirxandin.

Di  nivîsê de êrîşa moşekî ya ser hêzên Pêşmerge li navçeya Pirdê ya Kerkûkê tê bibîrxistin û tê gotin, milîsên bi ser Heşda Şeibî de, ji kêmbûna hemahengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge sûde werdigirin û êrîş dikin.

Herwiha tê gotin ku valahiya ewlehiyê piştî referandûma serxwebûnê ya 2017an a Herêma Kurdistanê çêbûye û herî zêde jî DAIŞê ji kêmbûna hemahengiya navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge sûdê werdigire.

Bûyera Pirdê ya 29ê Adarê ku bi roketên katyûşa êrîşî hêzên Pêşmerge hatibû kirin tê bibîrxistin û tê gotin, di wê êrîşê de ti ziyaneke canî çênebû, lê ligel ku ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye jî moşek nas bûn ku beriya niha milîsên şîe heman moşek li dijî hêzên Amerîkayê bikar anîbûn.

Ew komên tê zanîn ku ligel Heşda Şeibî kar dikin, niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî bi fermî têne naskirin ku ew ji sala 2019an li Iraqê baregehên Amerîkayê dikin armanc.

Dîsa Îlona 2020an û Sibata 2021ê jî êrîşeke moşekî ya mîna wan êrîşên berê bi ser baregeha Amerîka ya Hewlêrê de pêk hatin ku ew baregeh nêzîkî balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ye û tê zanîn bê kîjan hêz li pişt wan êrîşan e.

 “Ev êrîş rê li ber bihêzbûna DAIŞê vedikin’

Di berdewamê de tê destnîşankirin ku Pêşmerge beriya niha bi wan koman re şer jî kiriye û îro dîsa ji aliyê wan koman ve tê armanckirin ku ev yek niha teqez rêxistina terorîst DAIŞê bihêz dike ku li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çalak e.

Di analîza Forbesê de hatiye diyarkirin ku bajarê Kerkûkê ji ber vekişîna artêşa Iraqê ji Mûsilê beşeke mezin ketibû destê DAIŞê di Hezîran 2014an de ku hêzên Pêşmerge ew der rizgar kiriye û 3 salan jî gelekî baş parastina Kerkûkê ji DAIŞê kiribû. Ji ber wê jî mafê Kurdan e doza Kerkûkê bikin.

 “Herêma Kurdistanê tevî hemû fişaran jî sekneke saxlem nîşan da”

Di nivîsê de referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an tê bibîrxistin ku piştî wê pêwendiyên ligel Iraqê xera bûbûn û tê gotin, tevî hemû fişaran jî Herêma Kurdistanê sekneke saxlem li hember fişarên wê pêvajoyê nîşan daye.

Lê belê piştî mehekê Heşda Şeibî û hikûmeta Iraqê ji bo Kerkûkê kontrol bikin bûne yek û Pêşmerge jî vegeriyaye sînorên berê yên destûrî.

Li pey wan rojên aloz niha beşeke mezin a pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê çareser bûne, lê belê ji ber nebûna hemhengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge DAIŞ ji valahiya ewlehiyê sûde werdigire ku zêdetirî sê salin ji ber kêmbûna hemhengiyê DAIŞ bi êrîşan hebûna xwe didomîne.

“Heger milîsên girêdayî Heşda Şeibî êrîşên ser hêzên Pêşmerge bidomînin…”

Her çiqas xîlafeta DAIŞê şikesteke mezin xwariye jî wek aktoreke derveyî dewletê çalakiyên xwe didomîne û şerê wê bêguman zehmet e. Ev jî nîşaneya wê ye ku êdî dem hatiye hemahengiya navbera Iraq û Pêşmerge zû were pêkanîn.

Lê belê hêzên bi ser Heşda Şeibî de 29ê Adarê careke din hewl dan li Pirdê êrîşî hêzên Pêşmerge bikin.

Heger ev êrîşên milîsên Heşda Şeibî ku girêdayî hikûmeta Iraqê ne berdewam bikin. Helbet ne pêkan e qonaxa pêkanîna hemahengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge bi ser bikeve.

Di vê rewşê de jî ya ku sûdê ji nebûna hemahengiyê werbigire DAIŞ e û dibe hêza xwe bide ser hev û hîn xetertir bibe.


Werger: PeyamaKurd