image

PeyamaKurd – Piştî danûstandinên berdewam ên yerêziyê li Rojavayê Kurdistanê, 17ê Hezîrana 2020an bi daxuyaniyeke hevbeş a bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê William Reobuck û aliyên Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengiya wan dike, mizgîniya lihevkirinekê hat dayîn.

Herdu aliyên Kurdî di daxuyaniya hevbeş de ragihand ku wan li ser berdewamkirina danûstandinan li ser bingeha Rêkeftina Duhokê ya 2014an li hev kiriye.

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye gotin, ew li ser xalên ‘Rêveberin, Hevbeşî, Ewlehî û Parastinê’ gihîştine nêrîneke hevbeş û wê danûstandinên wan ên yekrêziya nav aliyên Kurdî jî li ser bingeha Rêkeftina Duhokê berdewam bikin.

Rêkeftina Duhokê piştî rêkeftina Hewlêrê ya 2012an ku nehatibû cîbicîkirin, bi hewldan û serpereştiya Serok Mesûd Barzanî 22yê meha Cotmeha 2014an di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku pêkhatiya wê ya sereke PYD ye hatibû girêdan.

Piştî îmzekirina rêkeftinê, Serok Mesûd Barzanî ew rêkeftin wekî serkeftineke dîrokî bi nav kiribû.

Li Duhokê li ser sê xalan biryar hatibû dayîn ku ew jî ev xalên di daxuyaniya hevbeş a ENKS û PYNKê de behsa wan tê kirin e.

Serok Barzanî piştî rêkeftina Duhokê ji bo alîyên Rojavayê Kurdistanê wiha gotibû: “Serkeftina Kurdan li her cîhekî be, em ji bo serkeftina gelê Kurd û çi ji destê me bê alîkar û piştevan in. Ew rêkeftina Duhokê gelekî mezin û biha ye, dîsa bersiveke bo dijminên gelê Kurd, ku divê yekrêz û yek helwest bin. Hemû deman daxwazîya wan (dijminan) ew bû alozî di nav mala Kurdî de peyda bin.”

Piştî rêketfina Duhokê Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin ku ji 30 kesan pêk dihat, lê piştî ku rêkeftin neçûbû serî, ew desteya endamên herdu aliyên siyasî tê de bûn, hatibû hilweşandin.

3 xalên sereke yên Rêkeftina Duhokê wiha bûn:

  1. Avakirina Lêvegera Siyasî ya Kurdî
  2. Avakirina komîteyên hevbeş û destpêkirina proseya beşdariya ENKSê di nav Rêveberiya Xweser de
  3. Avakirina mekanîzmeyekê ji parastin û xweparastinê di warê leşkerî de, bi beşdariya hemû aliyan ku hêzeke rewa ya leşkerî bê avakirin.

Her çiqas ev rêkeftin bi ser neket û nehat bicihanîn jî niha aliyên siyayî yên Rojavayê Kurdistanê dîsa vegeriyan vê rêkeftinê ku Serok Barzanî bi alîkarî û kedeke mezin, ji bo piştgiriya navdewletî bistîn rê nîşanî aliyên Rojavayê Kurdistanê dabû.

Destkefta herî mezin a rêkeftina Duhokê, di şerê Kobanî yê dijî terorîstên hov ên DAIŞê de wergirtina alîkarî û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ye ku hem Kobanî hat rizgarkirin hem jî pêwendiyên Amerîka û hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê hatin destpêkirin.

Dema danûstandinên ji bo lihevkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê dewam dikirin, balkêş e ku hem Tirkiye û hem jî Îranê hevdem dest bi êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin ku wekî her car Tirkiyê PKK û Îranê jî partiyên Kurdên Rojhilat nîşan dan.

Welatên wekî Tirkiye û Îran ku du beşên Kurdistanê ev zêdetirî sed sal in dabeş kirine, yekîtiya Kurdan û naskirina wan li qada navdewletî wekî sedema şer û gefekê li ser xwe dibînin û ji ber wê jî êrîşên xwe pêşî li ser Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin ku Başûr di pêkanîna yekîtiya kurdên Rojavayê Kurdistanê de xwedî rola herî mezin e.

Di daxuyaniya hevbeş a ENKS û PYNKê ya Nûnerê Amerîka William Reobuck li wir amade bû de, eşkere bû Kurd girêka çareseriya krîza Sûriyê ne û herwiha li Rojhilata Navîn jî bûne aktorên sereke bo welatên Rojava/Ewropî ku di serî de jî Amerîka girîngiyê dide hêz û hebûna wan.

Ev lihevkirina destpêkê ya navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, bi garantoriya Amerîkayê rê li ber fermîkirina statuya Rojavayê Kurdistanê vedike ku wê bi yekrêziya xwe bikaribin di civînên Cenevê yên çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê de cî bigirin û bi kutleya xwe ya Kurdî jî bikarin mafên rewa yên Kurdan misoger bikin.

Wekî tê zanîn, cara yekem di 30 salên dawî de beşek ji Kurdistanê ango Başûrê Kurdistanê dîsa alîkariya Amerîkayê azad bû ku piştî hilweşandina rejîma Beas a Sedam Hisên bi navbeynkariya Amerîkayê PDK û YNK li hev kirin û piştre jî sala 1991ê Herêma Kurdistana Federal hat damezirandin.

Nîzama Navdewletî ya piştî herdu şerên cîhanê li Kurdan parçebûn û bindestî ferz kiribû, cara yekem li Başûrê Kurdistanê hat hilweşandin.

Piştî Başûr li Rojavayê Kurdistanê jî cara duyem Kurd ber bi şikandina Nîzama Navdewletî ya ku xwe ji mafên rewa yên Kurdan re kor û lal kiriye ve diçin.

Daxuyaniya hevbeş a herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya Amerîkayê nîşaneya eşkere ye ku di serî de welatê Fransa û hejmarek welatên din ên Rojavayî di vê heyamê de, li hember Îran û welatên din ên otorîterî yên Rojhilata Navîn, wekî aktorê sereke piştgiriyeke xurt didin yekrêzî û hêza Kurdan.

Her çiqas nîzama navdewletî ya li ser Kurdistanê û Kurdan hatiye ferzkirin, îro li Rojavayê Kurdistanê tê hilweşandin jî ya herî girîng serxistina rêkeftinên hatine kirin û mayîndekirina yekrêziya li ser nirxên netewî ye.

Pêwîst e herdu aliyên Kurdî nakokî û pirsgirêkên navbera xwe bidin aliyekî, heta bi temamî wê nîzama ku heta roja îroyîn mafên rewa yên Kurdan paşguh kiriye hilweşînin, danûstandin û yekhelwestiya berdewam bikin.