image

PeyamaKurd - Berî 2 rojan qonaxa sêyem ya danûstandinên ENKS û PYNK yên ji bona pêkanîna yekrêziya siyasî li rojavayê Kurdistanê dest pê kirin.

Di vê qonaxê de wê li ser hinek xalan giftûgo bikin, ku di pêşiya lihevhatinê de astengiyên mezin teşkîl dikin. Yek ji wan perwerdeya dibistanê ye. Perwerde pêşeroja miletê Kurd e, gelek girîng e, divê ji zihneyeta sîyasî dûr bimîne. Divê Kurd perwerdeya welatên xwedî yasa û demokratîk esas bigrin.

Perwerdeya niha li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tu welatan ve nayê pejirandin. Yanî karname û dîplomên zarok û gencên Kurdan, ku ji perwerdeya Rojavayê Kurdistanê digrin, li tu welat û li erdê cîhanê derbas nabe. Loma divê perwerdeya niha li Rojavayê Kurdistanê zûtirîn dem were guhertin.

Perwerdeya niha li Rojavayê Kurdistanê çawa ye?

Zarokên miletên bindest bi perwerdeyek rasteqîn dibin xwedîyê hest û ramyarîyên netewî. Dîrok ne li ser bingehek pûş û derew, lê li ser bingehek rast û erênî tê nivîsandin. Dewletên dagirker dîroka Kurdan li gor xwe û li gor berjewendîyên xwe berovajî dinivîsin. Heta vir meriv fêhm dike. Lê tevger yan jî dezgehek ku xwedêgiravî xwe wek tekoşerê doza milletê Kurd dibîne, nikare û ne mafdar e ku dîroka Kurdan berovajî û li gor berjewendîyên xwe binivîse. Berovajî û alozkirina dîroka Kurdan ne mafê dam û dezgeheke Kurd e. Bi berovajî û alozkirina dîrokê ew dam û dezgeh ji karê zêdetir ziyanê didin perwerdeya rasteqîn û pêşeroja zarokên Kurd jî tarî dikin. Ne nifşekî Kurdistanî û xwedîyê hestên netewî, lê nifşekî enternasyonalîst û dijberê hestên netewî diafirîne. Ev yek jî bêguman hem pêşeroja zarokên Kurd û hem jî serkeftin û pêşeroja Kurd û Kurdistanê têk dibe.

Komîteya Dîrokê ya ku li Rojavayê Kurdistanê (bi gotina wan Bakur-Rojhilatê Sûrîyê) girêdayî desthilatdarîya PKK-PYD ye, pirtûkek ji bo dibistanên Rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Pirtûk bi zihniyetek ewqasî komunîstî û Stalînîst hatiye amadekirin ku tu têkilîya wê bi pirtûkên dibistanan re tune ye. Gava meriv dixwîne xwe ne li Rojavayê Kurdistanê lê li Rûsyayê, li Çîn û Vîetnamê, li Kamboçya Kuba û Hindistanê dibîne. Di pirtûkê de li şûna ku perwerdeyek netewî-millî di serê zarokên Kurd de bê çandin, îdeolojîyên çep û biyanî tên hînkirin.

Pirtûk bi analîzkirina kapîtalîzmê dest pê dike. Behsa serhildanên ku li hember kapîtalîzmê bûne dike. Behsa „Bandora Kapîtalîzmê“ li ser Rojhilata Navîn û li ser Kurdan dike. Tu dibê qey ji kapîtalîzmê pêve tu pirsgirêkek Kurdan nemaye û perwerdeya dibistanan jî bêyî dijberîya kapîtalîzmê nabe. Bi kurtî, weke ku pirtûk ji bo welatekî komunîst û bi zihniyeta Stalînîzmê hatiye amadekirin...

Gelo çend Kurdên Bakur, Başûr yan Rojhilat ji vê ‘pirtûka dersên komunîstîyê’ agahdar in?

Di sedsala 21emîn de, ku tevaya welat û miletên cîhanê dev ji sîstema Stalînîzmê berdidin, layangirên Qendîlê li bin sîber û parastina welatên ‘Kapîtalîst’ û ‘Emperyalîstên’ wek Amerîka, Fransa, Brîtanya û Almanya bi dersên Stalînîzmê zarokên Kurdan ‘perwerde’ dikin. Baş e, gelo piştî xwendinê wê zarokên Kurd bi wê fikir û ramana Stalînîzmê karibin li kîjan welatan perwerdeya xwe bidomînin? Çima zarokên Kurd ji bo dijberî û dijminatîya kapîtalîzmê û şaristanîya welatên Rojava tên serşûştin? Mafê kê heye ku zarokên Kurd bikin dijber û dijminên kapîtalîstên ku îro alîkarîya Kurd û Kurdistanê dikin?

Komîteya Dîrokê, di pirtûka perwerdeyê de ne tenê dijberîya kapîtalîzmê û welatên Rojava dikin, herwiha pesnê dîktatorên wek Castro, sembola çepîtîyê Che Guevara, behsa Şoreşa Çînê, Şoreşa Vîetnamê û mêrxasîya Cezayîrê dike. Ji Gandî bigrin heta bi Mandela di pirtûkê de cîh girtiye.

Helbet di pirtûkê de behsa serhildan û şoreşên Kurdî jî hatiye kirin. Behsa şoresên mîr û sêxan dike. Agahdarîyên ku wek ders zarokên Kurdan perwerde dikin gelek xelet in û di hinek babetan de bêbextîya xwe jî venaşêrin. Bi taybetî gava behsa Başûrê Kurdistanê dikin. Çawa ku behsa serhildanên Şêx Seîd, Seyid Riza, Şêx Mehmûd Berzencî û ên din tê kirin, behsa serhildanên Barzanîyan nayê kirin. Bi ser de jî agahdarîyên xelet didin.

Li gor wan, xwedêgiravî Barzanîciyan di damezrandina Komara Kurdistan a Mahabadê de çalak nebûne. Rola Mela Mistefa Barzanî di damezrandina PDK-Irak de nebûye. Îbrahîm Ehmed PDK damezrandiye û bûye serokê yekem.

Pistî ku Ebdilkerim Qasim sala 1958an li dijî Melikê Iraqê Faysalê duyem darbe kiriye, Mela Mistefa ji Sovyetê vegeriyaye, li dijî Îbrahim Ehmed darbe kiriye û PDK girtiye bin destê Barzanîyan.

Ev bêbextî û tohmetên nerast berhemên zihniyeta Apocîyan e. Ji roja ku çêbune li dijî Barzanîyan kar dikin. Nuha jî zarokên Kurdan bi bêbextî û agahdarîyên dezenformasyon li dijî Barzanîyan perwerde dikin.

Eynî wek Rejima BAAS!

Eynî wek sîstema Kemalîzmê!

Ew bi xwe jî dizanin ku PDK li Başûr hatiye damezirandin û mele Mistefa Barzanî wek yekem Serok, Hemze Abdûllah jî wek yekem Sekreterê Giştî hatibûn destnîşankirin. Piştî ku Barzaniyê nemir ji Sovyetê vegeriya, Îbrahîm Ehmed ta 1964an endamê Polîtburoya PDK bû.

Divê em bizanibin ku alozkirin, veşartin, înkarkirin û berovajîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê ji xêrnexwazî û neyartîyê pê ve ne tu tişt e.

Ha dewletên dagirker dîroka Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe aloz, înkar û berovajî kirin, ha hinek dam û dezgehên qaşo Kurd. Ferq ev e ku yek ji derve û yek ji hundir dijminatîya tevgera azadîxwaza milletê Kurd dike. Nêt yek e, armanc yek e. Ew jî di kesayetîya PDK û Barzanîyan de dijminatîya netew-dewlet û serxwebûna Kurdistanê ye.