image

PeyamaKurd - Ev demeke ne dirêj e ku peyva “Kurdiya Akademîk” di zimanê Kurdî de belav bûye. Lê belê ji roja ku derketiye meydanê heta îro ev gotin tê nîqaşkirin.

Êdî hinek dibêjin jixwe Kurdiya Akademîk tune ye, hinek dibêjin ‘Wele Kurdiya akademîk pir zor e û ez bi Kurdiya Akademîk nizanim.’ Êdî yên ku dibêjin, “ez dizanim biaxivim lê nizanim binivîsim, an ez dizanim binivîsim lê nizanim bixwînim an jî ez dizanim bixwînim û binivîsim lê nizanim biaxivim” li derveyî mijara me ne.  

Êdî bi rastî jî “Kurdiya Akademîk” heye an na? Heke hebe tiştekî çawa ye û ji bo ku mirov pê biaxive, divê mirov çi bike?

Pêşîyê em hinekî behsa zimanê akademîk bikin. Bi kurtî zimanê ku di qada xwendin û nivîsandinê de tê bikaranîn, zimanê akademîk e. Bi piranî zimanê ku ew însanên xwendina wan tune ye an jî qels e bi kar tînin jî zimanê sikakê ye. Madem wisa ye gelo em behsa du zimanan dikin? An her du ziman jî yek in?

Ya rast ev her du jî heman ziman in. Yanî du zimanên cuda li meydanê tune ne. Ferqeke piçûk di navbera wan de heye. Zimanê akademîk hinekî berfirehtir e. Yanî ew kesê ku bi zimanekî xwendibe û nivîsandibe, di derbarê çend zanistên cuda de hinek peyv û îfadeyên cuda dizane û zimanê wî ji ê din firehtir û bikêrtir e. Zimanê akademîk û yê sikakê weke du darên fêkiyan yên berav û bej in. Her du jî heman fêkiyan didin lê belê ya berav ji ya bej, fêkiyên wê mezintir, zêdetir û xweştir in. Yanî zimanê akademîk, ne zimanekî cuda ye û ji bo ku kesek di Tvyê an jî li cihekî fermî biaxive, ne mecbûr e ku bi zimanê akademîk biaxive. Tenê bi Kurdî zanibe bes e. Ne tenê ji bo Kurdî ji bo zimanên din jî heman tişt heye. Îro here ji kalekî Tirkan ku dibistan nedîtiye re bêje “Yunan bakanlar kurulunun son toplantıda aldığı karar Ankara’ya bomba gibi düştü (Biryara ku di civîna wezîrên Yewnanê hatiye standin, bandoreke pir neyînî li ser Enqerê kir).” Ew ê bêje “Yavrum bombayı niye attıla gari? (Kurê min bombe çima avêtin?)”

Êdî ji bo Kurdî jî heman rewş heye. Ferqa Kurdî ji ên din çi ye? Dev ji akademîyê berde, gelê Kurd nizane zimanê sikakê jî biaxive. Ez vê yekê ji bo hemî Kurdan nabêjim. Îro qismekî Kurdan tevî ku pergaleke perwerdehiyê ya tekûz tune jî, xwe bi xwe perwerde kirine, pirtûk û helbest xwendine û nivîsandine û zimanê xwe gelekî bi pêş ve birine. Bi piranî ji bo Kurdên Tirkiyê û di nava wan de jî ji bo nifşên nû dibêjim. Îro zarokên Kurdan yên di bin bîst salî re –em nikarin hijmareke teqez bêjin- ku dizanin bi Kurdî herikbar biaxivin pir hindik in. Insanên navser jî nîvê axaftina wan bi Tirkî ye. Belê, heke mirov bizanibe bi zimanê xwe herikbar biaxive, bixwîne û binivîse; bi rastî jî pir baş e. Divê wisa be jî. Lê îro zimanê Kurdî bi rastî di bin xeterê de ye. Ziman bi insanên ku wî diaxivin zindî ye. Heke kesek bi zimanekî neaxive, tenê hebûna pirtûk û pergalê wî zimanî zindî nake.

Ziman li ser milê inanan e. Wextê insan ket, ziman jî pêre dimire. Heke em bi zimanê xwe neaxivin, bi hezar salan em bêjin “Şîrîn xweş e zimanê Kurdî” bêfeyde ye. Ji ber vê yekê berî zimanê akademîk divê Kurd zimanê xwe hînî nifşên nû bikin. Dixwaze akademîk û dixwaze gundî. Ev ne girîng e. Bila zimanê gundî kes nexeyîde. Zimanê gundiyan ji yê her kesî şîrîn û siruştî ye.