image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê jî heman wekî helwestên Tirkiye û Îranê li nav erda Sûriyê, dest bi veguhestina malbatên komên çekdarên bi ser rejîmê ve bo deverên din kiriye.

Li gorî ragihandina medya erebî, 20ê Gulanê Rûsyayê 159 komên çekdar ji gundewarên Qinêtrayê ya başûrê Sûriyê şand herêmên li bakurê Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê de.

Medya Erebî vê pêngava Rûsyayê wekî ku ji aliyê Rûsyayê ve jî proseyeke guhertina demografiyaya Sûriyê hatiye destpîkirin şîrove dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihadibû, 3 wesayît derbasî bajarokê Um Batîne yê parêzgeha Qinêtrayê bûn da ku 30 çekdaran tevî malbatên wan derbasî bakurê Sûriyê bikin.

Çav li rê ye ku berê wesayitan li herêma Bab a dagirkirî be ya li gundewarên bakurê rojhilatê Helebê be.

Li gorî çavkaniyên herêmê, ev proseya guhertina demografiyayê yan jî şandina malbatên çekdarên bi ser rejîmê ve, piştî rêkeftina di navbera şaxê ewlekariya leşkerî û komîteya navendî ya Hewran û hin rûspiyên herêmê de ku bi navbeykariya Rûsyayê pêk hatiye, dest pê kiriye.