image

PeyamaKurd – Kongreya Amerîkayê daxwazê ji rêveberiya Trump a Koşka Spî dike ku êrîş û operasyonên Tirkiyê yên bi ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, şermezar bike ku Tirkiye ev du hefte zêdetir e operasyonên xwe berdewam dike û bûye sedema kuştina hejmarek sivîlan jî.

Di encama êrîşên Tirkiyê yên bi hinceta hebûna PKKê têne kirin de, Kampa Penaberan a Mexmûrê, qadên sivîl ên devera Şingalê û deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê jî hatine hedefgirtin ku qûrbaniyên sivîl çêbûne.

Peyamnêrê Ewlekariya Netewî Matthew Petti ji bo The National Interestê li ser mijara êrîşên Tirkiyê nûçe-analîzek nivîsandiye ku tê de pirsa; ‘Gelo wê Amerîka Tirkiyeya ku Herêma Kurdistanê bombebaran dike ji herêmê vekişîne?’ dike.

“Banga derhal operasyonê bidin rawestandin” 

Di nivîsê de bêdengiya Koşka Spî û Wezareta Derve ya Amerîkayê li hemberî êrîşên Tirkiyê tê nîqaşkirin ku balê dikişîne ser daxuyaniya Serokê Komisyona Derve ya Meclîsa Nûneran Eliot Engel ya banga bilez rawestandina operasyonan.

Engel hefteya borî daye xuyakirin, "Ez êrîşên asmanî û bejahî yên Tirkiyê ku herêmên sivîl ên Kurd û Êzidiyan dikin armanc şermezar dikim. Bi taybet jî ji bo welatekî endamê NATOYê ku jiyana sivîlan dixe xeterê ev yek nayê qebûlkirin.”

Endamê Meclîsa Nûneran nûnertiya bajarê Nashville yê hejmarek zêde Kurd lê dijîn, Jim Cooper jî acizbûna xwe ya bo wan operasyonan aniye ziman.

'Operasyon li ser Êzidiyan gefeke mezin çêdikin'

Serokê Komîsyona Azadiya Ol û Baweriyan li Amerîkayê (USCIRF) Gayle Mançin jî êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û bal kişand ser ku li ser mexdûrên komkujiya Êzidiyan gefeke mezin çêdikin.

Li gorî nivîsê gelek berpirsên Amerîkî li dijî operasyonên Tirkiyê ne ku ziyaneke mezin dide sivîlan û aramiya herêmê têk dide.

Matthew Petti di vê raporta xwe de destnîşan dike ku Kongereya Amerîkayê dixwaze rêveberiya Koşka Spî wan êrîşên ku ziyanê digihînin sivîlan û li herêmê gefê li ser pêkhateyan çêdikin, şermezar bike, lê belê Koşka Spî guhê xwe ji van kiryarên Tirkiyê re girtiye û bêdeng e.

Amerîka êrîşan wekî meseleya serweriyê ya navbera Iraq û Tirkiyê dinirxîne

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniye xwe de gotiye, “Em bang li hemû cîranan dikin rêzê li serweriya Iraqê bigirin. Herwiha em qebûl dikin ku metirsiyên Tirkiyê yên meşrû bo ewlekariyê hene.”

Herwiha Berdevkê Wezaretê diyar kiriye ku ew meseleyeke serweriyê ya navbera du welatan e (Iraq-Tirkiye) divê bihevre çareser bikin.

Werger û amadekirin: PeyamaKurd