image

PeyamaKurd – Li gorî rapora Parlamena Ewropayê (PE) ya ji bo deh saliya şerê Sûriyê amade kiriye û wekî pêşnûmayeke biryarê hatiye pêşkeşkirin; Tirkiye, Rûsya û Îran wekî dagirkerên ku serweriya Sûriyê binpê dikin, hatin bi nav kirin.

Herwiha ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî hatiye gotin ku ew hevpeymanên Ewropayê yên şerê dijî rêxistina terorîst DAIŞê ne.

Tirkiye wek hêzeke dagirker hatiye nîşandan

Li gorî rapora ku di medyayê de hatiye belavkirin, Tirkiye wekî hêzeke li derveyî yasayên navdewletî Sûriye dagir kiriye tê nîşandan.

Di rapora ku bi sernavê ‘Şerê Sûriyê-10 salên piştî serhildanê’ hatiye pêşkeşkirin de tê gotin ku ji ber helwesta rêveberiya rejîma Esed hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê bi ser neketine û ev jî cihê fikaran e.

‘Divê Tirkiye ji Rojavayê Kurdistanê derkeve’

Herwiha di beşeke raporê ya balê dikişîne de îdiayên li ser Tirkiyê ne ku tê diyarkirin; tevî rejîma Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiye binpêkirinan dikin û ji Tirkiyê tê xwestin hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) vekişîne.

'Tirkiye aştiya herêmê dixe xeterê'

Di raporê de herwiha behsa hewldan û destwerdanên Tirkiyê yên li Sûriye, Rojhilata Navîn û Rojhilata Derya Spî tê kirin û tê gotin, Tirkiye aştiya herêmê dixe xeterê.

'HSD di têkoşîna DAIŞê de bi awayekî cidî dibe alîkar'

 Ji bo YPG/HSDê jî di rapora parlamenterên Parlamena Ewropayê de hatiye gotin ku hê jî DAIŞ li herêmê çalak e û hevpeymanên wan ên HSDê bi awayekî cidî di wê têkoşîna dijî terorê de dibin alîkar.