image

PeyamaKurd – Wek tê zanîn heyeteke payebilind ji Amerîkayê serdana Kurdistanê kiribû û hevdîtin ligel Serok Barzanî, serokê herêmê û serokwezîr pêk anîbûn.

Bi hatina heyeta Amerîka re peyamek girîng, li ser pirsa guhertinên li herêmê, berdewamiya diyaloga stratejîk ya Amerîka û Iraqê hat ragihandin ku herêma Kurdistanê dikare roleke girîng ji bo peydakirina aramiyê li navçeyê bileyize, ku ev jî dibe sedemeke sereke di pêwendiyên Amerîkayê û hêzen koalîsyona navdewletî de.

Roja Çarşema derbasbûyî, şandeke hevbeş ji Koşka Spî û Wezareta Karûbarên Derve û Wezareta Bergiriya Amerîkayê bi beşdariya nûnerê kar û barên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîka Brett McGurk, şêwirmendê sereke yê Wezareta Karûbarên Derve Derek-Chollet, alîkarê Cîgirê Wezirê Bergiriyê ji bo kar û barê rojhilata navîn Dana Stroul û herwiha çend şêwirmendên din ji desthilata Amerîkayê li Selahadîn serdana Serok Barzanî kirin.

Ev serdan, girîngtirîn serdana rojhilata navîn û herêma Kurdistanê bû, piştî dest bi karkirina Serokê Amerîka Joe Biden ku 100 roj li ser derbas bûn.

Di ragihandina kombûna Serok Barzanî û şanda Amerîkî de hatiye diyarkirin;

Yekem, heyeta mêvan silavên taybet ji serokê Amerîka Joe Biden, Wezîrê Karûbarên Derve û silavên Wezirê Bergiriyê gihandin Serok Barzanî.

Duyem, heyetê herwiha aniye ziman ku pêwendî, hevbeşî û hemahengiya di navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kevn e û ji salên derbasbûyî ve berdewam dibin.

Herwiha heyetê bal kişandiye ser, îdareya nû ya Amerîkayê ku li ser rewş û kêşeyên Iraqê û navçeyê bi şêweyeke gelek baş agahdar e û welatê wan li ser hevbeşiya ligel Herêma Kurdistanê û hevpeymanên xwe pabend dimîne.