image

PeyamaKurd - Şîrovekarê siyasî yê Amerîkî Michael Knights li ser rewşa Herêma Kurdistanê analîzek belav kir ku tê de dibêje; Kurdan nîşan daye, dema hevgirtî û yek bûne dikarin hemû zehmetiyan derbas bikin.

Şirovekarê siyasî yê Amerîkî Michael Knights di gotara The Washington Institute de, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û bandora pêwendiyên navxweyî û bi taybetî yên PDK û YNKê, dide xuyakirin, di deh salên borî de, Herêma Kurdistanê, gelek krîz dîtin, ji wan jî birîna mûçe, êrîşa DAIŞê li ser Hewlêrê, daketina nirxê petrolê û şerê çekdarî ligel hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê.

Michael Knights dide zanîn: “Îro mirov hest dike rewş cuda ye û ji krîzên berê xirabtir e. Pandemiya koronayê li holê ye, nirxê petrolê li Iraqê û li herêmê bipaş ketiye, girjî ligel Tirkiye û Îranê heye, herwiha bêzariyeke veşartî li dijî Kurdan li nav parlementerên Bexdayê dirust bûye.”

Şîrovekar û lêkolînerê Amerîkî bal kişandiye ser bandora pêwendiyên PDK û YNKê û ev nirxandin kiriye:

“Tiştê ku hiştiye dema niha metirsîdar be, nêzîkbûna hilweşandina hevkariya navbera Partiya PDK û YNKê ye. Kurdên Iraqê nîşan dane, di wê dema ku tê de yek bûn, dikarin hemû cure zehmetiyan derbas bikin. Dema ew herdu alî bi çakî kar ligel hev dikin, hevbeşên navdewletî yên Herêma Kurdistanê piştgiriyên bibandortir pêşkêş dikin. Bi berevajî wê yekê, dema hevbeşekî hevguncaw nabînin, ji bo serederiyê ligel Herêma Kurdistanê, bipaşve vedikişin. Bîreweriya Civaka Navdewletî, derbarê şerê navxweyî yê salên notiyan, doza Kurdî di salên duhezariyan de, lawaz û binkol kiriye. Ew jî di demekê de ye, ku mezintirîn derfeta otonomiyê hate ber wan.”

Michael Knights, li ser pêwendiyên navbera PDK û YNKê dibêje: “Ji her tiştî girîngtir, pêwîst e PDK û YNKê ber bi arasteya hêwirkirinê ve bêne birin, bi awayekî ku Herêm bi yek dengê hevaheng, li Bexda û li nav hevbeşên navdewletî biaxive. Ew jî, karekî bingehîn e, ku bandora wê yekê li ser hemû mijarên din heye. Pêwendiyên neyarane yên navbera wan herdu hizban, hemû wan tiştan lawaz û binkol dikin, ku berê, li Herêma Kurdistanê, hewl jê re hatibû dan. Hevdem ji bo hevbeş û weberhênerên derekî jî, nabe hander. Dibe ku bibe sedema rûbirûbûna çekdarî di navbera wan de û dandora wê li ser hinek pîşesazî û veguhastina petrolê û krîza ewlehî hebe.”

Knights destnîşan dike; “Tiştek nîne ku bi sedema nakokiya navbera PDK û YNKê, bi çakî û li gorî pêwîst bê encamdan, her ji veberhênana petrolê û gazê bigire, heta digihîje berengarbûna terorê û pandemiya Covid-19 û gotûbêjên ligel Bexdayê.”

Şîrovekarê Amerîkî di dawiyê de bibîr dixe ku PDK û YNK dikarin bi hêsanî li hev bên û wiha pê de diçe:

“Ligel wê yekê jî pêwîst e Amerîka û hevpeymanên curbicur destekê bidin wan hewlan, ku serkirdeyên bihêz û biryarder di rojekê de datînin ji bo ku bikaribin nizimtirîn asta hevkariyê bibînin û ji wê derê, dest bi diyalogê bikin, êdî ne girîng e ew kar çiqasî zehmet e, di destpêkê de.”