image

PeyamaKurd – Li gorî raporan Tirkiye di van demên dawî de, ava Dicle û Firatê li ser Sûriye û Iraqê (Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî di nav de) wekî fişareke siyasî û aborî bikar tîne û avê bi ser wan de qut dike yan jî pir kêm dike.

Rojnameya El Beyan a erebî di raporteke xwe de dibêje: "Binpêkirina zagonên navdewletî êdî bûye taybetmendiyeke rejîma Tirkiyê, ya ku ava çemên Dîcle û Firatê li ser Sûriyê û Iraqê dibire, di encamê de aloziya avê li welatan rû daye û bandorên giran li her du welatan xuya dikin.”

Li gorî nûçeyê, hikumeta Tirkiyê dijminahiya xwe kûr dike û ava çemên Dîcle û Firatê dibire û bi vî awayî zagonên navdewletî yên derbarê parvekirina ava çemên ku sînoran derbas dikin de, binpê dike û armanc jî ew e ku fişarê li welatiyên herêmên derdora çeman bike ku  ji wan deran bar bikin.

Herwiha fişarên aborî û siyasî li hikumetên Sûriyê û Iraqê dike, ji ber ku ev ne cara pêşî ye ku Tirkiye mijara avê wek alava şer bi kar tîne.

Medya Almanî jî li ser mijarê diyar dike, asta ava çemê Firatê di hefteyên derbasbûyî de pir kêmî asta asayî bûye, herwiha diyar kir ku li gorî zagonên navdewletî pêwîst e her saniyeyekê 500 metrekabik ava Firatê derbasî Sûriyê bibe, lê niha kêmî 200 metrekabikan derbas dibe.

Rojnameya Der Spiegelê hişyarî daye û daye zanîn ku dê bandorên vê helwesta qutkirina avê heta asta mirina welatiyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hebin.

Rojname diyar dike, bendava Tişrînê kehrebeyê digihîne bi milyonan kesan, ji ber ku hilberîna wê 800 MW e, lê ji ber kêmbûna avê niha hilberîna wê bûye 200 MW.

Pispor dibêjin, rejîma Tirkiyê avê wek çekê bi taybet li dijî Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne, carna ava Firatê dibire, carinan jî ava navenda Elok ya Serêkaniyê dibire daku hebûna xwe ya li deverên dagirkirî bi fişarê misoger bike.

Ji bo vê jî dema ku herî zêde pêdivî bi avê heye hilbijartiye ku di demsala havînê de avê bi ser wan herêmên di bin kontrola Kurdan de ne dibire.