image

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Floridayê di sala 2018 an de kesê bi navê Nikolas Cruz di dibistanekî lîsê de 17 xwendevanan kuştibû û 14 kesan jî birîndar kiribû, heya niha sûcê xwe qebûl nedikir lê niha ji dadgehê û parêzerên xwe re gotiye ku wê sûcê xwe qebûl bike.

Dozger dixwazin cezayê didardekirinê bidinê lê Cruz daxwaza lihevkirinê ya di dadgehê de nekiriye û parêzgerên wî ji bo cezayê heya bi heyayê bidinê wê bixebitin.

Cruz, bi kuştina dereceya yekê tê darizandin. Di sala 2018 an de li dibistana xwe ya berê ya bi navê Stoneman Douglasê bi çek êrîş kiribû ser dibistanê,17 kesan kuştibû û 14 kesan birîndar kiribû.