image

PeyamaKurd – Li bajarê Eskişehir a Anedolê, 2 otobus û karavanekî li hev ketin û di encamê de 2 ji wan giran bi temamî 14 kes birîndar bûn. Di qezayê de her sê erebe bûn xwurde.

Qeza di navbera rêya bajarê Eskişehirê û Afyonê de çêbû. Sedema qezayê ew bû ku rê şematek bû û ajotvanê otobusekî desthilata ereba xwe wenda kir.

Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên fakulta tibê ya Osmangaziya Eskişehirê, nexweşxana dewletê û nexweşxana bajêr ya Eskişehirê.

Rewşa du birîndaran xedare û talûka mirina wan heye.