image

Li Efrînê ji 300î zêdetir dibistan ji ber êrîşên Artêşa Tirk hatine girtin. Bi dehan dibistanên seretayî û navîn ji ber operasyona Tirkiye ya bi ser Efrînê de girtî ne.

Ji ber van pevçûnan 40 hezar zarok nikarin biçin dibistanên xwe.  Desthilatdarên dibistanên li Efrînê neçar man ku dibistanan bigirin. Peyvdarê Komîsyona perwerdehiyê yê Efrînê Salaw Hamosharo beyanatek da dezgehên ragihandinê û got: “Ji ber êrîşan em neçar man ku beşa duyê ya serdema perwerdehiyê bigirin.”

Li gorî nûçeya dengê Amerîkayê li devera Meydanki li gundên Rajo û Jindaresse 2 dibistan bûne hedefên topên Artêşê.Her wiha Dengê Amerîkayê ragihand ku heya niha 26 zarok jiyana xwe ji dest dane.