image

PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê ragihand ku li ser sînorê Afxanistan û Pakistanê grûbên çekdar yên Afxanî leşkerên Pakistanê xistine kemînê, 4 leşkeran kuştine û 6 leşker birîndar kirine. Artêşa Pakistanê ciyê bûyerê dide û dibêje li eyaleta Belûcistanê li devera Zhobê Afxanistanê kemîn danîne.

Wezareta karên derve ya Pakistanê ji hukumeta Afxanistanê xwest ku li hemberê grûban bikeve nav tevgerê. Rêvebirên ewlehiyê yên Afxanistanê li bajarê Paktîkayê ragihandine ku agahiya wan ji êrîşê tineye.

Grûba çekdar ya Afxanistanê ya bi navê Tehrîk-e-Talîban bûyerê girtiye ser xwe.