image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 48 saetên dawî de, di encama şerê mezin ê li herêma Marîb a Yemenê de, bi giştî 96 kes ji herdu aliyên şer hatin kuştin.

Ajansên navdewletî bi zarê çavkaniyên leşkerî yên hêzên hikûmeta Yemenê ya Hevpeymana Erebistana Siûdî piştgiriya wê dike, li herêma Marîbê li gelek eniyan di rojên Çarşem û Pêncşemê de rû daye û 36 leşkerên hêzên hikûmetê û 60 Hûsîyên bi ser Îranê ve hatine kuştin.

Nûnerê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths, bang li aliyan kir ku pêşniyara aştiyê qebûl bikin û got, “Niha yekan e tişta pêwîst, qebûlkirina aliyan a bo aştiyê ye. Yekan e rêya ji şer rizgarbûnê çareseriyeke siyasî ya muzakreyê ye.”