image

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê jimareka zêde wefatên Kovid-19 ê hene û di goristanan de cîh nemaye. Îro di Çemê Ganjê de 71 cesedên mirovan derketin qerexê rûbarî. Hat gotin ku bi sedema di goristanan de cîh nemaye xelk cesedên xwe davêje nav avê.

Îro cesedên bi seravê ketin li eyaleta Uttar Pradeşê, li devera Xazîpûrê hatin dîtin. Niha rêvebirên eyaletê lêpirsînê dikin bê ew cesed ji ku derê û çawa hatine.

Tê gotin ku li Hindistanê bo miriyên xwe bisojin têra wan dar û êzing nemane lewra cesedan davêjin nava avê. Li Hindistanê Misilman miriyên xwe dixin mezelan lê Hindûyên Bûdîst miriyên xwe disojin.

Li Hindistanê ji serê destpêka pandemiyê heya niha li dora 253 hezar nexweş mirine.