image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Riazanê navenda Rûsyayê agir bi kargeheke çêkirina teqemeniyan ketiye û di encamê de 15 kes mirine.

Li herêma Riazanê ku bi 200 kîlometran dikeve başûrê Moskowê li kargeheke teqemeniyan şewat derket.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî, 15 kes di şewatê de mirin û kesekî bi giranî birîndar bûbû jî bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin. Herwiha hatiye diyarkirin ku kesek jî winda ye.

Hat ragihandin şewat li kargeha hilberîna teqemeniyên endustriyel ên ji bo bikaranîna ‘sivîl’ derketiye û 170 tîmên rizgarkirinê ji bo vemirandina şewatê dixebitin.