
PeyamaKurd – Wezîrê karên derveyê Îmaratan Abdullah bin Zayid Al Nahyan, li komara Afrîka Başûr bi wezîrê karên derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov û bi wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan re li ser pêşdeçûnên herêmê axifî. Her sê wezîr di çarçova civîna wezîrên karên derve yên BRICS ê de civiyan. Civîn li bajarê Cape Townê li Komara Afrîka Başûr çêbû.
Di hevdîtina Al Nahyan û Lavrov de, têkiliyên dostane yên di navnbera her dû welatan, hevkariya stratejîk, pirsgirêkên herêmî û navdewletî mijarên wan bûn. Al Nahyan di hevdîtinê de got ku dixwaze bi endamên BRICS ê re hevkariya xwe pêşde bibe.
Di hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan re Al Nahyan, xwest ku têkiliyên xwe pêşdetir bibin, li ser mijarên herêmî û navdewletî axifîn.
Endamên BRICS ê Rûsya, Çîn, Hindistan, Afrîka Başûr û Brezîlya ne.