image

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Almanyayê Karl Lauterbach, li ser rewşa şerê Rusya û Ukraynayê peyamek belav kir û ragihand ku Almanya jî bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re di nav şer de ye.

Karl Lauterbach, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, mijara ku dê hinek welatên NATOyê endamtiya Ukraynayê ji bo NATOyê qebûl nekin û di vê derbarê de jî saxlemiyê bidin Rusyayê, nirxand.

Lauterbach di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên niha yên navbera Rusya û Almanyayê û got,

“Em dilsoz bin. Çokdayîna li ber Putin dê bi xwe re çi bîne? Em bi Putin re di nav şer de ne. Serkeftina bi teşeyê rizgariya Ukraynayê, divê were berdewamkirin. Ne girîng e ku giyanê Putin bi vê yekê re serî derkeve yan dernekeve.”

Beriya niha jî Wezîrê Alman Lauterbach, di axaftineke xwe de qala şerekî enerjiyê yê bi Rusyayê re kiribû.